Ji bo gerîlaya YJA Starê Bariştiran mewlûd hat dayîn

Ji bo Gerîlaya YJA Starê Revan Zana Bariştiran (Omedya Rohat) ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, li Wanê mewlûd hat dayîn.

Hevseroka DBP’a Wanê Sevînç Şeker, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî, rêveberên HDP’a WAnê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên KJA û gel tevlî mewlûda li Mala Şînê ya Taxa Cevdet Paşa bûn.

Piştî mewlûd û rêzgirtinê, axaftin hatin kirin û li dijî êrîşan banga hestewariyê hat kirin.

Mewlûd, bi danîna xwarinê bi dawî bû.