Ji bo gêrîlayê HPG’ê Abdullah Vural ku di pevçûnek yê li bejahiya Qilaban jiyana xwe ji dest dabû mewlîd hate dayîn.
Gêrîlayê HPG’ê Abdullah Vural binas navê Egîd Zîlan ku di 22’ê Pûşperê de ku di operasyonekî li bejahiya navçeya Qilabanê de jiyana xwe ji dest da bû, mewlîd hate dayîn. Di mewlîda beriya niha ya ji bo gêrîla Vûral li Taxa Kocaoglan ya Şehîtkamil hatibû dayîn Rêveberê BDP’a Dîlokê, li gel rêveberên BDP’a navçeya Şahînbey û Şehîdkamil gelek kes jî tevlî bûn.
Piştî mewlîda bikurdî hate dayîn xwarin dan mêvana. Piştre babê gêrîla Vûral, Adem Vûral aşkera kir ku, ew dê 10 rojan di konê taziyê de sersaxiyan qebûl bikin.