Li mala şînê ya Lîceyiyan a li taxa Huzûrevleîer ya navçeya Kayapinara Amedê ji bo gerîlayê HPG’ê Mehmet Sogut (Rizgar Derxust) ji aliyê malbatê ve mewlûdek hat dayîn.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Mehmet Sogut (Rizgar Derxust) yê ku li herêma Akdag a Amedê di 10 gulana 2008 de di encama êrîşa hewayî de birîndar bû piştre li Silopiyê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Kayapinar a Amedê mewlûd hat dayîn. Bi mala şînê ve wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên Mehmet Sogut (Rızgar Derxust) hatin daliqandin. Endamên Meclîsa BDP’ê ya Kayapinarê, rêveberên BDP’ya bajêr û navçeyan, Seroka MEYA-DER’ê Leyla Sogut û rêveberên MEYA-DER’ê, endamên TUAD-DER û DÎAY-DER beşdar bûn..
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Seroka MEYA-DER’ê Leya Sogut axivî û got; “Ez şehîdên azadiya Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînim û bejna xwe li ber wana ditewînim. Ji bo vê têkoşîna azadiyê çi tişta ji destê me were em ê bikin." Sogut diyar kir ku ew êdî naxwazin hesirên çavên tu kesî bibînin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd banga muzakere û diyalogan kir.
Piştî axaftina Sogut, sînevîzyon hat nîşandan. Kesên beşdar, di dema nîşandana sînevîzyonê de kêliyên hestyar jiyan.
Mewlûd piştî xwarinê bi dawî bû.