Ji bo gêrîla Aysel Bartû ya (Aysel Dijwar) ku di encama pêvçûna li Herêma Besta ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû û bi şaşitî li Silopiyê hatibû veşartin li Wanê konê şînê hate vekirin.
Ji bo gêrîlaya HPG’ê Aysel Bartû (Aysel Dijwar) ku di encama şerê li Herêma Besta ya Şirnexê tevî 14 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da li ber mala malbata wê ya li Taxa Şafak ya girêdayê Bajaroka Sixkê ya Wanê konê şînê hate vekirin. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê ya Sixkê kom bûn heta konê şînê meşiyan. Di nava girseyê de Parlementerê BDP'ê ya Wanê Nazmî Gur, Hevseroka BDP'ê ya Wanê Mîhrîban Şah, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê, rêvebirên MEYA-DER hebû, wêneyên gêrîla Aysel û gêrîlayên jin yên ku jiyana xwe ji dest dabûn hilgirtin. Girseya dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" berz kirin ji aliyê malbat û xizmên Bartû li ber konê şînê hatin pêşwazîkirin.
Parlementerê BDP'ê ya Wanê Nazmî Gur axivî û diyar kir ku, ew dê girêdayî bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane, bimînin û wiha got: " Gelê Kurd bi gavên bi xwe bawer ber bi azadiyê ve dimeşin. Ferasetên ku difikirîn dê gelê Kurd bi salane biqedînin, îro dibînin ku çiqas xeletin. Gelê Kurd bi têkoşîn û hêza xwe ya bi bîryar niha li rojhilatan navîn cihek pir girîng digire. Tiştê ku gelê Kurd ji îro pê ve bike, tenê divê li derdora Rêberê xwe û têkoşîna xwe bicive û ber bi azadiyê ve bimeşe ye."
Bavê gêrîla Aysel Yûsûf û dayîka wê Hazal Bartû ji bo beşdarbûna kesan spasiyên xwe anîn ziman. Bavê gêrîla Aysel, wiha got: "Keça min ne tenê ya min, şehîdê hemû gelê Kurde."