BI DÎMEN

Ji bo gaziyan perwerdeya têkildarî entegrasyona demokratîk

Ji bo gaziyên Rojava li ser esasê nirxandinên Rêber Apo têkildarî entegrasyona demokratîk dewreyeke perwerdeyê ya dorveger destpê kir. Di roja yekem a perwerdeyê de perpektîfên Rêber Apo hatin xwendin û nirxandin.

Ji hêla Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve ji bo gaziyên Rojava dewreyeke perwerdeyê li ser nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî entegrasyona demokratîk hat destpêkirin.

Perwerde her hefte rojekê wê dewam bike. Di perwerdeyê de Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo dê were xwendin û nirxandin.

Roja yekemîn a perwerdeyê bi tevlîbûna zêdetirî 20 gaziyan, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre perspektîfên Rêber Apo yên têkildarî rewşa siyasî hatin xwendin.

Piştî xwendina perspetîfan gaziyan nirxandin kirin. Gaziyan diyar kir ku li hember her cure şer û tundiyê Rêber Apo rêya çareseriya pirsgirêkan nîşanî her kesî dike û gotin, “Weke gaziyan ji bo parastina destketiyên xwe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li Rojhilata Navîn û herêma me pêwîstî bi aştî û çareseriyê heye. Fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo bidawîkirina şeran û avakirina jiyaneke li ser esasê pêkve jiyana gelan çavkaniya esasî ye.”

Perwerde hefteya bê wê bi xwendin û nirxandina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk bidome.