Ji bo Demîrtaş û Kişanak gefa bi guleyê!

Ji bo Demîrtaş û Kişanak gefa bi guleyê!

Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak dema di dema Konferansa Rêvebiriyên Herêmî ya BDP'ê de daxuyanî didan çapemeniyê, kesekî an jî hin kesên ku nasnameya wî ne diyar guleyek ya çeka lûledirêj a bi marka MKE danî pişt Demîrtaş û Kişanak.

Hevserokên Giştî ya BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak ku beşdarî Konferansa Rêvebiriyên Herêmî ya BDP'ê bûn, li salona civînê ya Navenda Çandê ya Şaredariya Peyasê bi xebatkarên çapemeniyê re hatin cem hev. Demîrtaş derbarê fezlekeya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rayeya Taybet ya Amedê ku der barê wî û 7 parlementerên BDP’ê û serbixwe amade kiribû nirxandinên xwe parve kir.

Dema Demîrtaş diaxivî kesek an jî hin kesên ku nasnameya wî ne diyar guleyek ya çeka lûledirêj a bi markaya MKE danîn paş pişt Demîrtaş û Kişanak. Demîrtaş dema ku gule ferq kir da zanîn ku, ew guh nadin gefên wiha û ew dê têkoşîna xwe bidomînin.

ERDOGAN HEDEF NÎŞAN DABÛ

Balkêş bû ku ev gefa bi gulleyê, di dema gotûbêjên Roboskê, Erdogan BDP’ê weke “qeleş” bi nav kir û fezlekeya ji bo rakirina mafê destnedanê yê tevî hevserokên BDP û KCD’ê 8 parlementerên Kurd de hat amadekirin, de pêk hat. Her wiha, balkêş bû ku ev gefa wiha beriya serdana Erdogan a li Amedê pêk hat.

Di berfanbara (kanûn) 2011 de Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik jî bi gefek wiha re rû bi rû mabû. Gava Sakik li Balefirgeha Edeneyê peya bû, çeka xwe ya vala danîbû wir, lê piştî wergirtina çekê, gulleyek pêre dabûn wî.