Ji bo Cizîrê meşa bi meşaleyan

Bi armanca şermezarkirina komkujiya AKP'ê li Cizîrê kir, li taxa Elfan a Stewrê meşek bi meşaleyan hat lidarxistin.

Li navçeya Mêrdîn Stewrê, ji bo şermezarkirina komkujiya AKP'ê li Cizîrê kir, bi pêşengiya KJA'yê li taxa Elfanê meşek meşaleyî hat lidarxistin.

Girseya gel a li taxa Elfanê li hev civiyan, dirûşmên "Jin Jiyan Azad", " Bijî Berxwedanê Cizîrê" û "Bê Serok Jiyan Nabe" qîriya û dest bi meşa xwe ya meşaleyî kir. Jinên ku di refên pêş de cih girtin, li gel meşê bi teneke û quşxaneyan deng derxistin. 

Hevserokê HDP'ê yê Stewrê Selahattîn Onder piştre axivî û diyar kir, ku yekane berpirsyarê komkujiyê Qesr û hikûmeta AKP'ê ye. Onder bibîr xist, ku jinek li Cizîrê ji aliyê tîmên taybet ve hat qetilkirin, bedena wê hat teşhîrkirin û got, "Yên li hemberî van komkujiyên wehşî bêdeng dimînin, hevparên vî sûcî ne."

Girseya gel piştî daxuyaniyê, belav bû.