BI DÎMEN

Ji bo çareseriya krîzê semînerek li ser rola ciwanan li Kerkûkê hat lidarxistin

Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê li Zanîngeha Kerkûkê bi mijara "Di çareseriya krîza li Başûrê Kurdistanê de rola ciwanan" semînerek lidar xist.

Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê li Zanîngeha Kerkûkê bi mijara "Di çareseriya krîza li Başûrê Kurdistanê de rola ciwanan" semînerek lidar xist.

Semîner li salona konferansê ya zanîngeha Kerkûkê saet di 15:00 de destpê kir û gelek xwendekar beşdar bûn. Akar Germiyanî weke qiseker li konferansê amade bû û li ser rola ciwanan a di çareseriya krîza li Başûrê Kurdistanê de axivî.

Germiyanî da xuyakirin, ku çavkaniya vê krîza li Başûrê Kurdistanê feraseta desthilatdariya li gorî berjewendiyên civakê tevnagere ye û got, "Kaosa li Başûrê Kurdistanê kaosa parvekirina desthilatdariyê ye."

'ÇARESERÎ QEBÛLNEKIRINA SÎSTEMA HEYÎ YE'

Akar Germiyanî di dewama axaftina xwe de ragihand, li Başûrê Kurdistanê li dijî vê krîza sîstemê dijderketineke xurt nîne û got, "Civaka Başûrê Kurdistanê ji ber ku piştî vê nelirêtî û krîzê şikest, refleksekê nikare nîşan bide. Dibêje, 'ev desthilatdarî biçe jî ya bê şûna wê, wê heman tiştî bike'. Ev şaş e. Ya ku desthilatdarî jî dixwaze civakek bê hêvî û bê refleks e. Ji Başûrê Kurdistanê ber bi derve ve koçberiyeke zêde heye. Piraniya mirovên koç dikin jî ciwan in. Çareserî koçkirina derve nîne. Çareserî mayîn û dijderketina li sîstemê ye."

'CIWAN DÎNAMÎKA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ YA CIVAKÊ YE'

Germiyanî diyar kir, yekane çareseriya krîza siyasî a li Başûrê Kurdistanê rêvebirina xwe bi xwe ya civakê ye û got, "Li Başûrê Kurdistanê jin di nava siyasetê de cih nagire, di nava civakê de cih nagire, di nava hêzên demokrat û rewşenbîran de cih nagire. Lewma sîstem di nava krîz û kaoseke mezin de ye. Ji bo ev krîz çareser bibe, divê civak xwe bi xwe bi rê ve bibe. Civak dikare pirsgirêkên xwe çareser bike. Weke ku em îro di mînaka Rojava û Bakurê Kurdistanê de dibînin, civak bi temamî di biryarstendina siyasî û îdarî de xwedî mafê gotinê ye. Di vî warî de pêwîste ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo xwerêveberiyê têbikoşin. Û ji nava vê bêhêvîtiyê derkevin, bikevin nava tevgerê û civakê bide dû xwe. Ji ber ku ciwan dînamîka demokrasî û azadiyê ya civakê ye."

...