'Ji bo bîranîna fermandar Ebû Leyla em ê têkoşînê mezin bikin'

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên ber bi azadiya Minbicê ve dimeşin gotin, ji go azadiya fermandar Ebû Leyla ew ê têkoşînê mezintir bikin.

Ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xalid Hassan û Ebû Yasser, ku di operasyona rizgarkirina bajêr de cih digirin gotin, ew ê Minbicê rizgar bikin û ji bo bîranîna fermandar şehîd Feysel Ebû Leyla têkoşîna xwe mezintir bikin.

Xalid Hassan bal kişand ser girîngiya paqijkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê û anî ziman, Minbic ji bo çeteyên DAIŞ'ê nuqteyeke gelekî girîng e; bi taybetî ji bo çeteyên destekê ji dewleta Tirk werdigirin, rêyeke jiyanî ye.

Xalid Hassan da xuyakirin, ku bi rizgarkirina Minbicê re wê desteka leşkerî, lojîstîk û çeteyan a DAIŞ'ê ya li herêmê qut bibe, bi vî rengî wê hemû rêyên piştgiriyê yên ji bo çeteyên DAIŞ'ê bên birîn û da zanîn, bi girtina vê rêyê re wê pêşî li çeteyên ji Sûriyeyê diçin Ewropayê û êrîşên xwekujî dikin, were girtin. 

Şervanekî din ê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Yasser jî diyar kir, bi rizgarkirina Minbicê re wê çeteyên DAIŞ'ê ji piraniya xaka Bakurê Sûriyeyê bê derxistin.

Ebû Yasser destnîşan kir, ku Minbic ji bo çeteyên DAIŞ'ê bi qasî Mûsil û Reqqayê girîng e û ragihand, ji aliyê mezinahiya erd ve Minbic sêyemîn bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ye. Ebû Yasser da xuyakirin, hêzên ser bi koalîsyona navneteweyî piştgiriyê didin pêngava rizgarkirinê û ew ji ber vê yekê kêfxweş in.

Ebû Yasser di dawiya axaftina xwe de diyar kir, weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wan berê xwe dane azadiya bajêr û gav bi gav ber bi vê armanca xwe ve dimeşin. Ebû Yasser destnîşan kir, ku armanca vê pêngava li ser banga gel hat destpêkirin, rizgarkirina herêmê û gelê herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê ye.

...