Ji bo Bayhan û Koral mewlûd hat dayîn
Ji bo Yaşar Bayhan (Şoreş Mamxuran) û Hakan Koral (Zinar Alan) ên li Şirnex û Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan, li Wanê mewlûd hat dayîn.
Ji bo Yaşar Bayhan (Şoreş Mamxuran) û Hakan Koral (Zinar Alan) ên li Şirnex û Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan, li Wanê mewlûd hat dayîn.
Mewlûd li mala Sersaxiyê ya li taxa Yenî hat dayîn. Cîgira Hevserokên DBP'ê yên Wanê Nazmiye Acar, Hevserokê HDP'ê yê Wanê Yakûp Ataş, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, Hevserokên MEYA-DER û TUYAD-DER ên Wanê, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên KJA û gel tevlî bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtî û hevgirtina gelê Kurd. Geverî diyar kir, gelê Kurd her roj bi êşên nû hişyar dibe, lê dîsa jî di demokrasiyê de israr dike û got, "Bêguman ev rojên zor û zehmet wê bibihurin. Roj roja yekîtiyê ye."
Xizmên Bayhan û Koral jî axivîn û nerazîbûn nîşanî kesên îxbar kirine, dan.
Li dû xwendina duayan, mewlûd bi belavkirina xwarina xêrê bi dawî bû.