Li Amedê ji bo B.S yê ku dest dirêjî xwarziya xwe ya 10 salî kir, 9 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Di biryara bi hincet da wiha hat gotin: “Dest dirêjî bedena mexdurê jî ji bo sûcê destdirêjiyê têr hatiye qebûlkirin.”
Li Amedê di sala 2013’an de kesê bi navê B. S yê 39 salî bi hinceta ku ji carekê zêdetir dest dirêjî biraziya xwe ya 10 salî kiriye, hatibû girtin û li 1. Dadgeha Cezaya Giran a Amedê dihat darizandin. Dadgehê biryara xwe aşkera kir û hat gotin ku gumandar B.S ji sûcê destdirêjiya zarokê hatiye cezakirin û hat îdîakirin ku ji ber gumanbar xalê mexdureyê ye, ceza hatiye zêdekirin.
BIRYARA BI HINCET
Di biryarê de hat gotin ku bersûc piştî her destdirêjiyê mexdur bi mirinê tehdîd kiriye û ev jî wek sedema zêdekirina ceza hatiye qebûlkirin. Her wiha hat diyarkirin ku destdirêjiya bedena mexdureyê, ji bo avabûna sûcê destdirêjiyê têr hatiye qebûlkirin.
Dayik K.S jî têkildarî bûyerê de birayê xwe B.S kêr kiribû û ji bo cezayê wê jî biryara taloqkirinê hat dayîn.