BI DÎMEN

'Ji bo azadiya Rêbertî û gelê Kurd bila ciwan biherikin nava HPG'ê

Gerîla Gurcan Komuta ku piştî destpêkirina Pêngava 15'ê Tebaxê tevlî nava refên HRK'ê bû, di salvegera 32. de pêngav ji ANF'ê re nirxand.

Di dîroka gelan de rojên taybet, cejnên neteweyî û rojên pîroz hene. Pêngava  15’ê Tebaxê yek  ji wan rojan e ku cejna xwebûn û vejîna gelê Kurdistanê ye.  Dema li Rojhilata Navîn netewe dewlet hatin afirandin,  Kurdistan ji aliyê dagirkeran ve hate  parvekirin û welatê Kurdan kirin çar perçe. Gelê Kurd hat qetilkirin, ziman û çanda wan hate qedexekirin. Gelê kurd di bin dagirkeriyê  de gelek serhildan pêk anî, lê  her tim serhildan hatin  pelçiqandin.   Di demên pêla nifşa  68’an de li cîhanê li hemberî dagirkeran,  rizgarkirina neteweyên bindest hatibû destpêkirin. Li Kurdistanê jî bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCALAN komeke ji ciwanên şoreşger, di sala 1978’an de bi avakirina PKK’ê ve ji bo azadkirina gelê Kurdistanê tekoşîn dan destpêkirin. Di darbeya  12’ê Îlonê ya sala 1980’an de gelek partî û rexistinên Tirkiyê û Kurdistanê hatin tesfiyekirin. Gelek pêşengên PKK’ê di vê darbeyê de hatin girtin. Di 15’ê Tebaxa sala 1984’an de,  di bin fermandariya  Egîd (Mahsum Korkmaz) de pengava 15’ê Tebaxê, bi serdagirtina Dihê û Şemzînanê, li hember dewleta dagirker a Tirk, şerê çekdarî yê gerîla hate destpêkirin. 

Ji wê rojê heta niha li hemû parçeyên Kurdistanê,  gerîla ji bo parastina nirxên gelê Kurd û azadiya Kurdistanê di çeperê herî pêş ên şer de cihê xwe digire.

'ÇALAKIYA 15'Ê TEBAXÊ LI KURDISTANÊ RUH Û BINGEHEKE XURT AVA KIR'

Di 32. Salvegera vê pêngavê de gerîlayê bi navê Gurcan Komuta ku piştî vê pêngavê tevlî refên HRK’ê (Hêzên Rizgariya Kurdistanê) bû û wê demê Fermandar Egîd (Mahsun Korkmaz) nas dike, ji ajansa me re li ser wê demê û bandorên vê pêngavê axivî. Gerîla Gurcan Komuta di despêka axaftina xwe de pêngava 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan, HPG, PKK, YJA-Starê pîroz kir û wiha dest bi axaftinên xwe kir; 

"Pêngava 15’ê Tebaxê wê bi çalakiya li ser Dihê, Şemzînan û Şaxê destpê bikira. Lê ji ber hin sedeman çalakiya Şaxê pêk nehat. Di dîroka Kurdistanê de, li her çar parçeyên Kurdistanê cara yekem, çalakiyek bi vî awayî bi plan û şêwazê leşkerî pêk dihat. Wê demê PKK wek fikir bi hêz bû, lê wek niha di nav gel de nedihat nas kirin û rêxistinbûna wê wek roja îro xurt nebû. Antî propagandayê dewletê li dij PKK’ê di nav gel de pir zêde bû, her wiha gel jî hê baş PKK nas nedikir. Tevî vê nenaskirinê jî di nav gel de bandorek wan hebû. Hem di warê fikrî de, dîsa di warê jiyana xwe de, em ji rabûn rûniştinê bigirin heya gelek kêliyên jiyanê li ser gel bandorek erênî hiştibûn. Lê dîsa jî hem ji ber antî propagandayên dijmin, hem jî ne rêxistinbûyîna gelê kurd dibû sedem ku zehmetî rû bidin. Dijmin ji nava gel, gelek mirov ji bo xwe bide kar kirin rêxistin kiribû. Ji ber vê jî çalakiyek bi vê awayî pêk anîn zehmet bû. Serketina vê çalakiyê bingehek pir xurt li Kurdistanê ava kir. Ev jî bû sedem ku em xwe li ser lingan bigirin û heya roja îro bên. Mirov nikare ruhê 14’ê Tirmehê û ruhê 15’ê Tebaxê ji hev qut bikin. Ya ku em wek tevger anîn vê rojê ev ruh bû. Niha em di warê fikrî, îdeolojîk,  rêxistinî, leşkerî, dîplomasî, polîtîka û hwd de, pir pêş ketine û bi hêz bûna."

'FERMANDAR EGÎD CHE YÊ KURDISTANÊ BÛ'

Gerîla Gurcan dibêje ku ew piştî fîşeka yekemîn tevlî rêfên gerîla dibe û wê demê fermandar Egîd nas dike. Gurcan wiha dewam dike; "Piştî fîşeka yekemîn ez tevlî gerîla bûm. Di sala 1985’an de dawiya meha Tîrmehê li çiyayê Xelîla Masîro min heval Egîd dît. Ji bo min meraqek pir mezin bû ku ez hevalê Egîd bibînim. Wê demê ji bo min du xwestek pir li pêş bûn. Yek, dîtina Rêbertî, ya din jî dîtina hevalê Egîd bû. Çiyayê Xelîla Masîro çiyayekî pir asê , wek Zap û Zagrosê erdê xwe gelek asê ye. Çeka bi navê M16 di destê wî de bû. Ew û çend hevalên gerîla bûn. Di kesyetiya hevalê Egîd de tişta herî destpêkê ku bala min kişand, hêza wî ya qanihkirinê bû. Heval û gel li ser fikrê serokatî îqnakirinê de bi hêz bû. Ji xwe hevalê Egîd di salên 82-83-84’an de ji bo amadekirina vê pêngavê di nav gelê Botanê de propagandaya çekdarî dabû meşandin.  Ji ber vê jî gelek bandora wî di nav gel û gerîla de hebû. Ji ber vê jî heval Egîd çawa ku dema dijiya li ser hevalan û gel  bandorek wî ya mezin hebû. Şahadeta wî jî pir zêde bandor kir. Ew wekî Che, Mao yê Kurdistanê bû. Piştî şehîd ket bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û hemû parçeyên Kurdistanê navê hevalê Egîd li hezaran zarokan hat kirin."

'JI BO AZADIYA RÊBERTÎ Û GELÊ KURD BILA CIWAN BIHERIKIN NAVA REFÊN HPG'Ê'

Di dawiya axaftinê xwe gerîla Gurcan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û azadiya Kurdistanê bang li gel û ciwanên Kurdistanê dike û dibêje; "Îro gelê Kurd di demek dîrokî de ye. Gelek derfet ketine destê Kurdan. Pêwîste van derfetan biparêzin û ji bo berfirehkirina tekoşînê çi ji destê wan tê bikin. Ji bo ku şoreş hê xurtir bibe û zûtir Rêbertî û gelê me azad bibin, ez bang li ciwanê Kurd dikim ku cihê xwe di nava refên HPG’ê de bigirin. Di salvegera 15’ê Tebaxê de em şer xurt bikin da ku em Rêberê xwe û gelê xwe azad bikin."