Di rûniştina doza ji ber 14 axaftinên di dîrokên cûda de li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Wanê Aysel Tûglûk, hatibû vekirin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Tûglûk bi îdîaya “Tevî ne endama rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê suc kiriye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” 14 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.