Ji bo Amed û Îzmîrê pêşnûmeya Alîcengîz

Ji bo Amed û Îzmîrê pêşnûmeya Alîcengîz

Hikûmeta AKP’ê ji bo Amedê ji destê BDP’ê bigire serî li hemû rê û rêbazan dide. Vê carê jî ji bo Amedê di hilbijartinên herêmî yên 2014’ê de bigire, serî li pêşnûmeya Alîcengîz da. Hemû hîleyên AKP’ê yên di hilbijartinên sala 2009 de bi ser neket. Îcar, niha jî dixwaze vê xewna xwe bi sererastkirinên rêkûpêkiya bajarên mezin ên ku tê payîn di hezîranê de pêk bê, pêk bîne.

Hikûmeta AKP xeyal dike ku bajarên mezin ên weke keleha muxalîfan in di hilbijartinên 2014 de bi dest bixe. Ji bo vê yekê dest bi xebatê kir. Sererastkirina rêkûpêkiya bajarên mezin di meha hezîranê de pêk tên.

DI PÊŞNÛMEYÊ DE ÇI HEYE?

Hikûmeta AKP’ê dixwaze Amedê ji BDP’ê û Îzmîrê jî ji CHP’ê bistîne. Di pêşnûmeyê de sînorên bajarên mezin digihîne sînorên cîranan, bi vî awayî gund jî dê bikarin di hilbijartinê de dengê xwe ji bo şaredariyan bi kar bînin. Erdogan dixwaze bi vê yekê bajarên mezin ên weke Amed, Îzmîr û Edeneyê bi dest bixe.

Di pêşnûmeyê de tê gotin ku dê hejmara bajarên mezin ên Tirkiyeyê ji 16’ê bigihînin 29’ê û dixwazin bi vê yekê rayeya wezîrên xwe zêde bikin, rayeya şaredariyên navçeyan jî kêm bikin. Di sererastkirina qanûnê de tê xwestin ku navçeyê şêniya wan 5 an jî ji 10 hezaran kêmtir, rabike. Bi vî awayî, bajarokên li Bajarên Mezin ji holê rake.

AKP li pey wê xeyalê ye ku Amedê ji BDP’ê bistîne. Ger ev sererastkirin pêk bê, dengên herêmên derveyê bajêr hêviya AKP’ê mezintir dike.