BI DÎMEN

Ji bo Alî û Ekrem Sevîlgen li Hanaûyê bîranîn

Ji bo Alî û Ekrem Sevîlgen ên li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan bîranînek hat lidarxistin.

Ji bo Alî û Ekrem Sevîlgen ên li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan bîranînek hat lidarxistin.

Ji bo Alî Sevîlgen (Xwînrêj Cûdî) û Ekrem Sevîlgen ên ku di 5’ê Sibatê li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan li bajarê Hanaû yê Elmanyayê bîranînek hat lidarxistin.

Bîranîna ku di pêşegtiya Komîteya Malbatên Şehîdan a Hanaû ya YJK-E ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin de nêzî 150 kes amade bûn.

Delal Alpaslan axaftina vekirina bîranînê kir û wiha anî ziman: “6 şehîdên malbata Sevîlgen hene. Di têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd de malbateke ku 6 can dane. Em jî wê di rêya şehîdan de xwedî li têkoşîna wan derkevin.”

 ‘XWEDÎ LI SAZIYÊN XWE DERKEVIN’

Ahmet Bektaş li ser navê Komaw axivî û wiha got: “Ez 6 hevalên şehîd  ji nêzîk ve nas dikim. Di dema ku di Botanê de me zorî û zehmetî dikişand yek ji malbatên ku deriyê xwe ji bo me vekirin malbata Sevîlgen bû. Em xwedî li têkoşîna wan derkevin. Xwedî li saziyên xwe, komeleyên xwe derkevin.”

Bavê Leyla Şaylemez Cûmalî Şaylemez  jî beşdarî bîranînê bibû, malbata şehîdan silav kir.

XWIŞKA SEVÎLGEN: SERÊ ME BILIND E; XWEDÎ LI PKK’Ê DERKEVIN

Di bîranînê de xwişka Sevîlgen Hediye Sevîlgen axivî û wiha got: “Malbata me ji despêka ku PKK derket, di nava tevgerê de cih girt. Yekem kes ji malbatê hevserê min Mehmet Sevîlgen di sala 1985’an de li Gabarê şehîd ket, piştre jî 2 birayên min, tiyê min û herî dawî jî birayê min Alî Sevîlgen ê di nava refên YPS’ê de cih digirt û şerê li Şirnexê de şehîd ketin. Îro ji bo min hem rojek baş û hem jî rojekî nebaş e. Ji beriya her tiştî serê me bilind e û hemû di rêyek bi şeref, rûmetê û têkoşînê de şehîd ketin. Min birayê xwe Alî qet nedîtiye, min ew himbêz nekir. Ew di rêya birayên xwe de çeka wan rakir. Divê hê zêdetir xwedî li tevgera PKK’ê derkevin.”

Mehmet Sevîlgen û Alî Sevîlgen di sala 1985’an de li Gabar; Resûl Sevîlgen di sala 1985’an de li Cizîr; Hesen Sevîlgan di sala 1986’an de li çiyayê Spî; Alî Sevîlgen jî di 5’ê Sibatê li Şirnexê û Ekrem Sevîlgen jî 10’ê Sibatê li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan.

Konê sersaxiyê heta roja Yekşemê wê li navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hanaûyê bidome.

...