Ji bo 3 parlementerên BDP’ê daxwaza tehliyeyê

Ji bo 3 parlementerên BDP’ê daxwaza tehliyeyê

Piştî ku li ser dema girtinê sazûmanî ji nû ve hat nirxandin serlêdanên ji bo tehliyeya parlementerên BDP'yî berdewam dike. Parêzeran ji bo tehliyekirina parlementerê Wanê Kemal aktaş, Parlementera Şirnexê Selma Irmak û parlementera Mêrdînê Gulser Yildirim serî li dadgehan dan.

Di çarçoveya 3'yemîn pakêta darazê ku demeke dirêje ketiye rojeva Tirkiyeyê de piştî ji bo tehliyekirina parlementerên BDP'ê Faysal Sariyildiz û Îbrahîm Ayhan serlêdan pêk hatin, parêzerên Parlementerê Wanê Kemal aktaş, Parlementera Şirnexê Selma Irmak û parlementera Mêrdînê Gulser Yildirim serî li 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê dan û tehliyeya mûwekîlên xwe xwestin. Parêzeran di daxwaznameya serlêdanê de gotin; "Di nav raya giştî de hêviya serbestberdana muwekîlên me heye. Lewma divê ev yek li ber çavan bê girtin."

Heta niha der heqê selêdanan de daxwaza tehliyekirina parlementerê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi îdîaya ku 'sûcê terorê' hatibû redkirin.