Ji bo 15 siyasetmedarên Kurd 130 sal ceza

Ji bo 15 siyasetmedarên Kurd 130 sal ceza

Ji 15 siyasetmedarên Kurd ên ku 3 sal in li Wanê tên darizandin, bi hinceta "Endamên rêxistinê ne" bi tevahî 130 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Di rûniştinê de daxwaza parastina kurdî hate redkirin.

Rûniştina 6 jê girtî bi tevahî 15 siyasetmedarên kurd li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hat. Di rûniştinê de ji bilî siyasetmedarên Kurd, parêzer û malbatên wan jî tevlî bûn. Di rûniştinê de siyasetmedarên Kurd bi Kurdî bersiv dan pirsan. Di rûniştinê de ji parastina kurdî re destûr nehate dayîn û kesên bi kurdî axivîn jî di girtekan de "Hate dîtin ku ji ber kurdî axivî nehate fêmkirin" derbas kirin. Piştî axaftinan heyetê mafê axaftinê da dozgeriyê û dozgeriyê xwest ku bersûc ji sûca "Endamên rêxistinê ne" bên cezakirin.

Di rûniştinê parêzerên bersûcan jî axivîn û diyar kirin ku kesên tên darizandin hemû xebatkarên BDP'ê ne û di dosyayê de tu delîlên sûc tune ne. Parêzeran, anîn ziman ku muwekîlên wan 3 sal in girtî ne û daxwaza serbest berdana muwekîlên xwe kirin. Dadger piştî axaftina parêzeran careke din mafê axaftinê da siyasetmedarên kurd û gotinên wan ên dawî girtin. Siyasetmedarên kurd careke din bi kurdî axivîn û daxwaza serbest berdana xwe kirin. Piştî navberê heyeta dadgehê biyara xwe aşkera kir. Serokê Dadgehê Behcet Aşilar û endamên dadgehê Ahmet Odul, Hayrettîn Genç, 15 kes weke "Endamên rêxistinê" dîtin. Heyeta Dadgehê ji Kamûran Parlak, Cafer Koçak, Mehmet Siddik Gul û Tevfîk Say re ji her yekî re 12 sal, ji Ferzende Abî, Îbrahîm Kizilkaya û Mûstafa Ayaz re ji her yekî re 7 sal û 6 meh, Ji Ebrû Ondîl, Eylem Açikalin, Kemîle Atabay, Kerem Çagil, Mesût Aslan, Resûl Edemen, Yildiz Tekin û Zîhnî Karakaya re jî cuda cuda 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da. Cezayê ji 8 kesan re hate dayîn pişt re kirin 6 sal û 3 meh. BIRYAR BI DIRÛŞIMAN HATE ŞERMEZARKIRIN

Heyeta dadgehê pişt re biryara tahliyeya Mesut Aslan û Zîhnî Karakaya da û têkildarî Mehmet Siddik Gul, Cafer Kaçak, Kamûran Parlak û Tevfîk Say re biryara domkirina girtina wan da.

Piştî biryara dadgehê siyasetmedarên kurd jî bi slogana "Bijî Serok Apo" heyet şermezar kirin.