Hevserokê BDP'a Qoserê Omer Turgay jî di nav de ji bo 12 kesên ku di encama serdegirtina konê çareseriya demokratîk ya Qoserê de hatibûn derpkirin û binçavkirin 86 salan cezayê girtîgehê hat birîn.
Hevserokê BDP'a Qoserê Omer Turgay jî di nav de ji bo 12 kesên ku di encama serdegirtina konê çareseriya demokratîk ya Qosera Mêrdînê de bi hinceta ku dijî polîsan derketine û propagandaya rêxistinê kirine piştî hatin derpkirin hatin binçavkirin û girtin, 86 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Rûniştina doza 12 kesan îro li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê hat dîtin.
Di rûniştina ku girtî jî tevlîbûyîn de meqama îdîayê mûtalaya xwe ya der heqê esasê de dûbare kir û xwest ku girtî bên cezakirin. Di rûniştina ku parastina kurdî hat redkirin de heyeta dadgehê ji bo 11 girtiyan bi îdîaya ku endamê rêxistinê ne 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê bi îdîaya propagandaya rêxistinê kirine jî 10 meh cezayê girtîgehê li wan birî.
Heyeta dadgehê ji bo girtiyekê jî 9 meh cezayê girtîgehê birî.