Ji bo 12 gerîlayên YRK’ê li Qendîlê merasîm

12 gerîlayên YRK’ê ku di encama komployekê de li herêma Selas Bawecanê jiyana xwe ji dest dan, li Qendîlê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Komîteya Şehîdan a Kongreya Demokrasî û Azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ji bo 12 gerîlayên Hêzên Parastina Gel a Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ku 4’ê Cotmehê li herêma Sala Bawacanî ya girêdayî bajarê Dalaho ya eyaleta Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn, merasîmek li dar xistin. Merasîm  ku bi boneya roja 40’emîn a şehadeta gerîlayên YRK’ê hat lidarxistin, tevî bîranîna 32 gerîlayên ku li cih û demên cuda jiyana xwe ji dest dane pêk hat.

MAZLÛM: EM Ê ÊRÎŞÊN LI ÇAR PARÇE KURDISTANÊ BIŞKÎNIN

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Şervan Mazlûm wiha axivî;

“”Ez 44 zarokên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînim û li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Êrîşên li her çar parçeyên Kurdistanê ku li dijî gelê Kurd pêş dikevin, wê bi berxwedana gerîla û pêşmerge û xwîna şehîdan bê şikandin.

Ew sînorên ku ji hêla dijminên gelê Kurd hatî xêzkirin, îro li çar parçeyên Kurdistanê ji hêla gerîla û gelê Kurd hatine rakirin û nemane. Keç û xortên wêrek ên gelê Kurd bêyî cudahiyê bikin li her çar parçeyên Kurdistanê şer dikin.”

BERXWEDAN: DIVÊ GELÊ ME HIŞYAR BE!

Endamê Komîteya Şehîdan a KODAR’ê Aram Berxwedan jî wiha axivî;

“Ev kêliya ku em şehîdên xwe bi bîr tînin êrîş li her parçeyên Kurdistanê pêk tên. Gelê Kurd ji merheleyek berxwedanê dibihure. Sepanînên mêtingeran hene. Bi taybet jî divê gelê me, ciwanên me yên li Rojhilat hişyar bin û nekevin bin bandora rejîma Îranê. Em li vir careke din li ser xwîna şehîdan sozê didin, heta armanca şehîdên me pêk werin em ê dest ji vê dozê bernedin. Em ê têkoşînê hê mezintir bikin.

Ciwan ji Efrînê tên û li Kirmanşanê şehîd dibin. Ji şer natirsin û bêyî cudahiyê deynin, li her parçeyên Kurdistanê şer dikin û şehîd dibin. Agirê li Miştenûrê ne tenê agirê Rojava ye. Ev agir wê tevahî Kurdistanê ronî bike.

JI BO GELÊ BAŞÛR BANG

Divê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê hişyar be. Dema li dijî destkeftiyên Başûrê Kurdistanê êrîş çêbibe, divê li dij derkeve û li ber xwe bide. Pêwîst e gelê Başûrê Kurdistanê nehêle ku mêtinger ên ku bi zorê leşker û wargehên xwe li welatê me bi cih kirine derbas bibin. Wan nexwe Kurdistanê.”

Aktîvîstê Rojhilatî Sîmko Serdeşt jî peyamek xwend.

Di dawiya merasîmê de zarokên Qendîlî jî stranên şoreşê gotin.