Ji ber tirsa komkujiyê ya li Terolarê malbatên Elewî koç dikin

Kurdên Elewî, ku hê tirs û êşa komkujiya 38 sal berê ya li Mereşê ji ser xwe navêtine, vê carê ji ber kampa AFAD'ê ya li herêma Terolarê tê çêkirin, ji cih û warên xwe koç dikin.

Li Mereşê, ji ber bawerî û qewmê xwe, dewleta kûr, MÎT'ê û rêxistinên tarî di 19-26'ê Kanûna 1978'an de komkujî li Kurdên Elewî kirin. Di nava hefteyekê de zêdeyî 150 Kurdên Elewî hatin kuştin, bi sedan mal û kargeh hatin talankirin û şewitandin. Piştî vê komkujiyê, zêdeyî 150 hezar Kurdên Elewî ku ji sedî 70 ê şêniyên tevahiya bajêr bûn, koç kirin. Tevî ku 38 sal di ser komkujiyê re derbas bûne, li Mereşê polîtîkaya çavtirsandin, înkar û tinekirinê ya li dijî Kurdên Elewî hê dewam dike.

Kampa AFAD'ê mînaka herî şênber a vê rastiyê ye, ku ji bo komên çete yên cîhadîst û selefî yên ji Sûriyeyê hatin, li herêma Elewiyan hat çêkirin. Bi zext û zordariya rejîma AKP/Qesrê re, li herêma Terolar a navçeya Dûlkadîroglû ya Mereşê, ku 24 gundên Kurdên Elewî li dorê hene, kampa AFAD'ê ya ji bo 27 hezar kesî hate çêkirin.

27 HEZAR CÎHADÎST Û SELEFIYÊN JI SÛRIYEYÊ HATIN ANÎN, LI NAVA 3 HEZAR ELEWIYAN HATIN BICIHKIRIN

Tevî ku di dema çêkirina kampê de Elewiyên li herêmê dijîn û gel nerazîbûn nîşan da û kamp heta roja îro hê neqediya ye, nifûseke bi deh qatan ji şêniyên herêmê zêdetir, li kampê hatiye bicihkirin. Li vê kampa AFAD'ê  27 hezar çeteyên selefî û cîhadîst hatine bicihkirin. Elewiyên ku di sala 1978'an de ji ber qewm û baweriya xwe hatin kuştin û koçber bû, îro jî ji ber vê kampa AFAD'ê bi endîşe ne ku komkujî li wan bê kirin.

ELEWÎ JI HERÊMÊ KOÇ DIKIN

Rewş gihîştiye wê astê, Elewiyên ji ewlekariya jiyana xwe bi fikar in, ji niha ve dest bi terikandina herêmên xwe kirine. Hin malbatên li gundên li herêma Terolarê dijîn, ji ber vê fikar e koçî derveyî welat kirine. Bi vî rengî, ev kampa AFAD'ê ya ji bo koçberkirina Elewiyan hatiye amadekirin, encamê bi dest dixe. Malbatên ku dibêjin, "Êdî siberojeke me nîne" berê xwe didin xizmên xwe yên li derveyî welat.

JI BO ÇETEYAN LI GUNDÊN ELEWIYAN BI CIH BIKIN, LI XANIYÊN VALA DIGERIN

Tevî vê yekê, tîmekî Qeymeqamtiya Dûlkadîroglû, li nava gundên Elewiyan digere û hewl dide xaniyên vala tespît bike. Bi vê yekê re dixwazin qaşo penaberên ji Sûriyeyê hatine anîn, li xaniyên vala bi cih bikin. Ev yek tirs û fikarên Elewiyan ên ji ber ewlekariyê derdixîne asta herî bilind.

BI KAMPÊ RE HIQÛQ, JIYAN Û BAWERÎ HATIN BINPÊKIRIN

Şêniyên Terolar dibêjin, kampa AFAD'ê li navenda deşta wan a çandiniyê hatiye çêkirin, bi vî rengî rê li ber koçberkirina Kurdên Elewî ji herêmê vekiriye û destnîşan dikin, ku vê yekê hê di destpêkê de bi bêûsiliyê xwe nîşan daye. Şêniyên Terolar didin zanîn ku bi kampa AFAD'ê re bi demografiya herêmê tê lîstin û hewl tê dayîn wan ji cih û warên wan bikin. Gelê herêmê vê yekê weke binpêkirina hiqûq, jiyanê û baweriyê dibîne û balê dikişînin ser fikarên xwe.