Ji 9 kesên li Çewlîkê operasyonên di bin navê "KCK'ê" de protesto kirin hatin girtin 7 kes ji wan bi tirkî parastin kirin serbest hatin berdan. Ji 9 kesên tevlî çalakiya "Ez xwe îxbar dikim" jê 2 kes ji ber di parastina kurdî de israr kirin serbest nehatin berdan.
Helwesta Dadgehên Taybet ya li hemberî zimanê kurdî berdewam dike. Ji 9 kesên li Çewlîkê di operasyonên bin navê "KCK'ê" de şermezar kirin hatin girtin jê 7 kesên bi tirkî parastin kirin serbest hatin berdan. 2 kes jî ji ber di parastina kurdî de israr kirin girtina wan berdewam kir. Rûşitina 11 kesên jê 9 girtî yên di 23'yê kanûna 2011'an de li Çewlîkê di operasyonên bin navê "KCK'ê" de yên li hemberî siyasetmedarên kurd pêk tên bi "sirûd, govend, stran û çepik şermez kirin" hatibûn binçavkirin li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê hate dîtin.
DOZGERIYÊ BIRYAR NEDA! ORGANIZASYONA RÊXISTINÊ YE YAN YA BDP'Ê YE
Di îdînameya derheqê girtiyan hate amedekirin de çalakiya ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Çewlîkê ya di çarçoveya kampanyaya "Ez xwe îxbar dikim" pêk hat weke li ser "banga rêxistinê" pêk hat, hate nirxandin. Di heman îdîanemeyê de heman çalakî ji aliyê BDP'ê ve hate lidarxistin hate dîtin û hate gotin, "sloganên di çalakiyê de hatin berzkirin, sirûdên hatin gotin, govenda hate girêdan vegeriya propagandeya rêxistinê" Di îdîanmeyê de strana "Ozgurluk mahkumlarin" weke dijzagonî hate nîşandan. Di îdîanameyê de hate gotin ku slogana "Em hemû KCK'yî ne" hate berzkirin û dowîzên di heman mijarê de hatin hilgirtin.
Têkildarî îdîanameya hatiye amadekirin de dozgeriyê di rûniştina yekemîn de mutale pêşkêşî dadgehê kir. Dozgeriyê ji hemû bersûcan re "Ligel endamê rêxistinê nînin li ser navê rêxistinê sûc kirin" û "Propagandeya rêxistinê kirin" ceza xwest. Parêzerên bersûcan di parastina xwe de diyar kirin ku, ew tevlî mutalaya dozger nabin û xwestin ku miwekîlên wan serbest bên bedan. Piştî navberê ji 7 kesên bi tirkî îfade dan biryar beratê hate dayîn û ji 2 kesên bi navê Emrullah Kaya û Omer Bayindir yên bi kurdî xwestin îfadeyan bidin jî biryara girtina wan berdewam bike hate dayîn û rûniştin taloqî 21'ê hezîranê hate kirin.