Ji ber êrîşên polîsan cenazeyê Demîrel ji Sûrê nikarin derxin
Ji ber qedexeya kolanan û êrîşên polîsan ên li ser navçeya Sûrê, malbat û karmendên tenduristiyê nikarin cenazeyê Mehmet Demîrel ji Sûrê derxin.
Ji ber qedexeya kolanan û êrîşên polîsan ên li ser navçeya Sûrê, malbat û karmendên tenduristiyê nikarin cenazeyê Mehmet Demîrel ji Sûrê derxin.
Cenazeyê Mehmet Demîrel ê ku di encama êrîşên polîsan ên li ser navçeya Sûrê ya Amedê de jiyana xwe ji dest da, wê îşev li Sûrê bimîne. Demîrel di saetên sibê de nêzî Minareya ÇarLing ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin û ji sibehê heta niha cenazeyê Demîrel di Sûrê de dimîne.
Jİ BER ÊRÎŞAN AMBÛLANS NİKARİN BİKEVİN NAVÇEYÊ
Ji bo cenaze ji Surê bê derxistin, Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken bi Waliyê Amedê re hevdîtin pêk anî. Di encama hevdîtina di saetên êvarî de, destûr hatibû dayîn ku malbata Demîrel û karmendên tenduristiyê bi ambulansê biçin û cenaze bigirin. Lê karmendên tenduristiyê ji ber ku li navçeyê qedexeya kolanan û êrîşên polîsan bi awayekî giran berdewam dikin, nikarin bikevin navçeyê.
Ji ber vê rewşê cenazeyê Demîrel wê îşev jî di nav Sûrê de bimîne.