Ji ber çêkirina bîrdariya Şêx Seîd cezayê ragirtina 15 salan hat xwestin

Ji ber çêkirina bîrdariya ji bo Şêx Seîd û hevalên wî li navçeya Erzîrom Xinisê, ku du caran rastî astengiya qeymeqamiyê hat, li hemberî Hevşaredarên DBP'yî û Midûrê Karên Fen bi daxwaza cezayê ragirtina 15 salan, doz hat vekirin.

Ji ber çêkirina bîrdariya ji bo Şêx Seîd û hevalên wî li navçeya Erzîrom Xinisê, ku du caran rastî astengiya qeymeqamiyê hat, li hemberî Hevşaredarên DBP'yî û Midûrê Karên Fen bi daxwaza cezayê ragirtina 15 salan, doz hat vekirin.

Şaredariya BDP'ê ya Xinisê ji bo bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî ku di sala 1925'an de hatibûn darvekirin, peykerekî çê dikin. Lê Qeymeqamê Xinisê du caran çêkirina peykerê da rawestandin. Qeymeqam piştre jî giliyê Hevşaredaran û Midûrê Karên Fenê de li Wezareta Karên Hundir kir. Li ser giliyê wezaretê du mifetîş şand şaredariyê. Mifetîşan bi hinceta zirar dane malê dewletê 57 hezar 333 TL cezayê pere li Hevşaredaran Hasan Basrî Firat û Gulay Peker û Midûrê Karên Fenê Abdulhekîm Firat birîn. Piştre jî li hemberî 3 DBP'yiyan ji hêla Dozgeriya Komarê ya Xinisê ve bi hinceta "Pesindayîna sûc û sûcdar", "Endamtiya rêxistinê" û "zirar dayîna malê dewletê" doz vekir. 

'GEL HER TIM XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKETIYE'

Têkildarî mijarê Hevseroka Şaredariyê Gulay Peker anî ziman ku daraz di bin destê AKP'ê de ye û ev tişt got: "Gelê Kurd wê her tim xwedî li nirxên xwe derkeve. Wê niha jî derkeve. Hevserokê me Hasan Basrî Firat hêj jî girtiye. Siyasetmedarên kurd hedef tên girtin. Ji bo siyasetmedarên kurd biavêje girtîgehê çi ji destê wan tê dikin. Heta niha bi hezaran hevalên me avêtine girtîgehê. Birêz Firat jî hêj ji ber sedemên nayên zanîn girtî ye. Me dizî nekiriye û gel neşelandiye. Me çi kiribe aşkera kiriye û ji bo gelê xwe kiriye. Hesabek me ya em nedin gelê xwe tine ye. Em li bendê ne ku dewlet dest ji lîstikan berde û cihê gorên wan bêje. Niha tehamûlî bîrdarekê nakin û cezayê pere didin, cezayê girtîgehê dixwazin. Lê em serî natewînin."