Ji BDP û KCD'ê banga tevlîbûna 14'ê Tîrmehê

Ji BDP û KCD'ê banga tevlîbûna 14'ê Tîrmehê

Hevserokên KCD'ê û BDP'ê ji bo mîtînga 14'ê Tîrmehê ya bi navê "Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk û Ji Ocalan re Azadî" li avahiya KCD'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, diyar kir ku an dê bi rêya diyalog û muzakereyê an jî bi berxwedana demokratîk pirsgirêkê çareser bikin. Tûglûk, destnişan kir ku pirsgirêk beyî Ocalan, PKK û BDP çareser nabe. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş jî, ani ziman ku dê mîtinga 14'ê Tîrmehê dîrokê biguhere. Demîrtaş, bang li kurdan kir û xwest ji bo kurd dîrokê biguherînin di 14'ê Tîrmehê de biherikin qada Îstasyonê.

Hevserokên KCD'ê û BDP'ê ji bo banga tevlêbûna mîtînga 14'ê Tîrmehê ya bi navê "Ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk û Ji Ocalan re Azadî" li Qada Îstasyonê pêk bê bikin, li avahiya KCD'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Hevserokên BDP'ê yên Giştî Selahattin Demîrtaş û Gultan Kişanak û gelek rêveberên BDP'ê û şaredar amade bûn. Di civînê de afîşa "Ji bo Azadiyê raperîna demokratîk" hatin vekirin. Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, bal kişand ser geşedanên dawî û wiha got: "Em di pêvajoyek pir girîng û dîrokî de derbas dibin. Lê di qada çareseriya pirsgireka kurd de tu gav nehatine avêtin. Dîsa kuştin, girtin, pevçûn û operasyon didomin. Ji ber vê pêvajoya pevçûnê li her aliyên Tirkiyeyê welatî êşê dikişînin. Êdî divê teqez pirsgirêka kurd bi rêya aştiyê çareser bibe."

TÛGLÛK: AN DIYALOG Û MUZAKERE NA JÎ RAPERÎNA DEMOKRATÎK

Tûglûk, anî ziman ku an dê pirsgirêka kurd bi rêya diyalog û muzakereyan çareser bibe an jî dê bi rêya têkoşîn û raperîna demokratîk pirsgirêk çareser bibe. Tûglûk, anî ziman ku hemû saziyê û rêxistinên kurdan ên siyasî bawer dikin ku pirsgirêka kurd bi rêya diyalog û muzakereyan çareser bibe û ji bo vê yekê di nava hewldanan dene û wiha got: "Hemû sazî û dezgehên kurdan ji bo çareseriya demokratîk di nava hewldanan dene. Bi dehan caran biryara agirbesta yek alî hate girtin. Lê di vê pêvajoyê de jî disa oprasyonan berdewam kir û mirov hatin kuştin. Dîsa mirov hatin girtin. Lê dema em li hewldanên hikûmetê dinerin, em dibînin ku hikûmet dixwaze her tiştî bi siyasetê têxe bin kontrola xwe û polîtîkayên înkar û îmhayê pêş dixe.

'GELÊ KURD RÊYA ÇARESERIYÊ NÎŞAN DIDE'

Tûglûk, destnîşan kir ku gelê Kurd dê di vê mîtîngê de ji bo çareseriyê bersîvê bide her tiştî û wiha berdewam kir: "Gelê kurd ji bo rêbaza çareseriyê û daxwazên xwe yên çareseriyê vîna aştî û çareseriyê aşkere kiriye. Em dê di 14'ê Tîrmehê de disa hewldan û vîna xwe ya aştî û çareseriyê nîşan bidin. Gelê kurd aştî, çareseriyê û wekheviyê dixwaze. Gelê kurd dixwaze her ke hurmetê nîşanî muxatabê wê bide. Niha şerê taybet li ser kurdan tê meşandin û wekî kurd li hemberî aştiyê asteng bin tê nîşandan. Ev şerê derûniyê ye. Lê bila her kes baş zanibe ku Vîna azad a gelê kurd heye. Gelê kurd pir zelal rêya çareseriyê nişan dide. Gelê kurd dixwaze bi rêya diyalog muzakere û aştiyê pirsgirêk çareser bibe. Dixwaze vîna wî wekî muhatap bê nîşandan û qebûlkirin."

'DIVÊ HIKÛMET HURMETÊ NÎŞANÎ VÎNA GELÊ KURD OCALAN BIDE'

Tûglûk, anî ziman ku gelê kurd dê di vê mîtîngê de muxatabê çareseriyê dîsa nîşanî her kesî bide û wiha berdewam kir: "Divê muhatap rast bên nîşandan. Divê pirsgirêk rast bê bi navkirin. Em dê di ve mîtînge de pirsgirêkê rast bi nav bikin û muxataban jî dîsa rast aşker bikin. Em dê dîsa rêya çareseriyê nîşanî hikûmetê bidin. Muxatabê gelê kurd Brêz Ocalan e. Peyvira dewletê jî divê hurmetê nîşanî vîna gelê kurd bide. Em dîsa bang li hikûmet û dewletê dikin û dixwazin vîna gelê kurd nas bikin û hurmetê nîşan bidin. Divê êdî hikûmet baş zanibe ku bi kuştin girtin û înkarê pirsgirêk çareser nabe û ji vê rêyê vegere."

BANGA DÎROKÎ

Tûglûk, destnîşan kir ku gelê kurd dê di 14'ê Tîrmehê de vîna xwe aşkere bike û wiha got: "Em bawer nakin ku AKP vina çareseriyê ye. Geşedan vê rastiyê nîşanî me dide. Daxwazên gel ên demokratîk nayên qebûlkirin. Em ji tekoşîn û raperîna demokratîk bawer dikin. Tenê bi daxwazan çareser nabe. Heta niha 40 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo mafê gel bê naskirin ev bedel hatin dayîn. Neçarin mafê gel e demokratîk qebkûl bikin. Gelê Amedê û gelê kurd dê di 14'ê Tirmehê de vîn û hêza xwe nîşanî her kesî bide. Em dixwazin ku hemû gelê me bi vê hestewariyê nêzî mîtîngê bibe."

'ÇARESERIYA BÊYÎ OCALAN, PKK Û BDP NABE'

Tûglûk, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku anî ziman ku pirsgirêka kurd bêyî muxataban çareser nabe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev mîtîng ji bo Azadiya Brêz Ocalan e. Azadiya Brêz Ocalan pêkan e. Êdî cihê tirsê tune. Her kes dizane ku pirsgirêk bi muxatabê wê çareser dibe. Pirsgirêk bêyî Birêz Ocalan, PKK û BDP'ê çareser nabe. Brêz Ocalan vina aştî û çareseriyê nîşan daye. Em dê dîsa destê aştî û çareseriyê dirêjî rayedaran bikin. Pirsgirêka kurd pirsgirêka ciddi ye. Em dixwazin tewlet û hikûmet rastiyê bibîne û rast nîzîki çaraseriyê bibe. Em dixwazin dewlet û hikûmet dest ji polîtîkayên inkar û îmhayê berde û dest bi pêvajoya çareseriyê bike. Em bang li gelê xwe dikin ku di 14'ê Tîrmehê de vîna xwe ya berxwedana demokratîk nîşan bide."

DEMÎRTAŞ: DÊ EV MÎTÎNG DÎROKÊ BIGUHERÎNE

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş jî ani ziman ku dê mîtinga 14'ê Tîrmehê dîrokê biguhere. Demîrtaş, bang li kurdan kir û xwest ji bo kurd dîrokê biguherînin di 14'ê Tîrmehê de biherikin qada Îstasyonê. Demîrtaş destnîşan kir ku dê ev mîtîng nîşan bide ku hêz û vîna gel dê aştî û çareseriyê bîne û wiha got: "Gelê kurd di nava gelê cîhanê de bi bedelê herî mezin û giran li azadiya xwe xwedî derket û parast. Heta niha me ji bo aştî û azadiyê bi sedan mîtîng pêk anîn. Lê ev mîtîng dê heta niha mîtînga herî mezin a li ser vê axê be. Heta niha tu dirûşme, pankart û dowîzên li kolanan hatine vekirin be encam nemane. Me dît ku mitîngê pêk hatin gelek tişt guhertin. Lê ev mîtng dê ji hemû mîtîngan mezintir be dîroka rojhilata navîn dê ji nûve bê nivîsandin. Di 14' Tîrmehê de mîtînga ku li Amedê p^k bê dî bibe mîtînga dîroki .

'BILA KURD BIHERIKIN QADA ÎSTASYONÊ'

Demîraş diyar kir ku azadî tenê bi têkoşîn û berdêl dayînê dê pêş bikeve û wiha got: "Azadî ne lutfekî ku bide me ye. azadî evînekî ku divê ji bo wê berdêl bê dayîn e. Wê rojê ne tenê Amed, li hemû bajar û navçeyên derdorê de gelê me ji 7 salî heta 70'ê salî divê biherike Qada Îstasyonê. Ev yek dê bibe nîşaneya daxwaza azadiyê, girêdana bi Rêberê xwe, daxwaza ji bo azadiya Birêz Ocalan. Teqez e ku dê nebe mîtîngekî ji rêzê. Dê vîna ku ji aliyê derkeve holê û encamên wê jî dê ji rêzê nebe. Ji bo vê yekê divê kes nekeve nava gumanan, ev mîtîng dê çend qat ji mîtîngên din mezintir be. Divê hukumet jî vîna siyasî ya dê di 14'ê Tîrmehê de derkeve holê baş bixwîne. Li holê pêvajoyekî ku bi red kirina protokolan a ji aliyê hukumetê ximitiye heye. Dê ev xitimandin dê di vê mîtîngê bi vîna ku derkeve were çareserkirin. Heke daxwazekî hukumetê ji bo pêşiya pêvajoya ku xitimiye veke, hebe ev mîtîng piştgiriya herî mezin e. Divê hukumet vê yekê wisa bixwîne."

'SEDEMA XITIMANDINÊ RED KIRINA PROTOKOLAN A JI ALIYÊ HUKUMETÊ YE'

Demîrtaş diyar kir ku di holê de pirsgirêka mûxatabê tune ye û wiha axivî: " Li Osloyê, Îmraliyê 2 sal û nîv bi mûxatabên wê muzakere hatiye kirin û protokol derketiye holê. Îro xitimandina ku tê jiyandin ne xitimandina muzakereyan an jî pirsgirêka mûxatabî ye. Pêvajo ji ber ku hukumet protokolan red kir û nîqaşê qebûl nekir xitimiye. Ji ber vê yekê gelê me bi têkoşîna ku heta îro meşandiye mûxatabên pirsgirêka kurd derxistiye holê û rê li ber hevdîtina bi hukumetê jî vekiriye. Bi vê têkoşînê ew protokolan daye nivîsandin. Ji ber vê yekê tiştê ku ji îro pê ve divê bê kirin nîqaşkirina protokolan û girtina rojevê ye."

'LI HEMBERÎ POLÎTÎKAYÊN TASFIYEKIRINÊ DÊ BIBE SEKNEKÎ BI BÎRYAR Û SERBILIND'

Demîrtaş bilêv kir ku ji ber vê yekê mîtînga 14'ê Tîrmehê ya li Amedê dî bibe mîtînga eşkerekirina vîna çareseriyê. Em amadekariya mîtîngekî pir mezin ku heta niha pir nehatiye lidarxistin dikin. Ev mîtîng dê bi ruhê Newrozê were lidarxistin. di 14'ê Tîrmehê de gelê me divê ji Stenbol, Edîrne, Colemêrg, Agirî, Ardahan, ji ku derê dikaribe were divê were vê mîtîngê. Qada Amedê wê rojê divê bibe nîşaneya sekna serbilind û bi bîryar a li hemberî polîtîkayên tasfiyeyê û hezkirina li hemberî azadiyê."

KIŞANAK: ÊDÎ WEXTÊ WÊ HAT

Herî dawî Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak axivî û da zanîn ku wexta çareserî, demokrasî û aştiyê hatiye û destnîşan kir ku li Tirkiye ji îro û pê ve ji bo çareserî û aştiyê gav neyê avêtin, li hemberî çareseriyê li ber xwe bê dayîn, li hemberî gelan berpirsyariyekî pir mezin e. Kişanak wiha domand: "Taloqkirina aştî û çareseriyekê ku wextê wê hatibe, tê wateya sûç kirina li hemberî gelan. Bi vê mîtînga bêhempa em dixwazin nîşanî Enqere, hukumet û dewletê bidin ku gelê kurd ji bo aştî û çareseriyê amade ye, nexşerêya wan jî amade ye, mûxatabî jî amade ye. Piştî vê mîtîngê kes nikare bêje 'Ez nizanim pirsgirêka kurd dê çawa çareser bikim'. Kes piştî vê mîtîngê nikare bêje 'Nexşerê çiye?' Ev mîtîng dê bibe eşkerekirina daxwaz, pêşniyarên çareseriyê, ku heta niha bi berdêlên giran hatiye pêşxistin dê bi awayekî bi kom were ziman. Em bang li hemû gelê xwe, kesên ku bi aştî û demokrasiyê bawer dikin, dikim ku beşdarî mîtîngê bibin. Ev mîtîng dê bibe mîtîngekî dîrokî. Em nîqaşa hepsa malê girîng dibînin."

DEMÎRTAŞ: NÊZÎKATIYA LI HEMBERÎ PROTOKOLAN DÊ BIBE EZMÛNA DIRÛSTIYÊ

Demîrtaş piştî axaftinan pirsên rojnamegeran a derbarî hevdîtina Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Serokwezîr Erdogan bersivand û wiha got:" Înşallah dê bi xêr bibe. Bi xêr bûna wê nêzîkatiya serokwezîr a li hemberî protokolan ku di pêvajoya Osloyê de derketibû holê, ve girêdayî ye. Ezmûna dirûstiyê tenê bi girêdayîna bi protokolan hebe derdikeve holê. Em hêvî dikin ku serokwezîr ev şens û derfetên ku jê re hatiye pêşkêş kirin baş bikar bîne. Em ê wekî BDP'ê ji bo hemû tiştên erênî dê piştgiriyê bidin. Di demekî dirêje berpirsyarî li ser serokwezîr e. Sekna wî, axaftina wî, pratîka wî dê nîşan bide ka pêvajo bi xêre, an ne bi xêre. "

'BIRÊZ OCALAN 13 SAL E LI HEMBERÎ ÎŞKENCEYA ÎMRALI LI BER XWE DIDE'

Demîrtaş pirsa 'Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan li cihekî din tê girtin' jî bersivand û wiha got:" Birêz Ocalan ji sala 1999'an heta niha li Îmraliyê di nava 10 metrekare betonekî de bê navber tê îşkencekirin. Ne cihekî mêvandariyê ye ne jî cihekî din. Kesekî ku ji aliyê gelekî wekî Rêber tê qebûl kirin dewlet 13 sal e di bin îşkenceyê digire. Ji bilî vê tu girîngiya daxuyaniyekî din tune ye. Wezîrê Dadê dibêje 'Ê ku dixwaze dikare bibîne', lê parêzerên wî 11 mehe dikarin biçin Îmraliyê. Wezîr bi xwe mikûr hat ku polîtîkaya bi parêzeran nahêlin hevdîtin pêk were. Îmrali pergalekî îşkenceyê ye û Birêz Ocalan 13 sal e li hemberî vê îşkenceyê li ber xwe dide. Mîtînga 14 Tîrmehê wekî rojekî nû divê neyê fêm kirin. Mirov dikare wekî hol dan bigire dest. 14'ê Tîrmehê salvegera Berxwedana Zîndana Amedê ye. Divê destpêkekî nû, rûpelekû nû neyê fêm kirin, ji xwe hewceyî vê yekê jî nîne. Ji xwe gelê kurd têkoşînekî bê sekn û rawestan dide meşandin. Lidarxistina di 14'ê Tîrmehê divê baş bê fêm kirin."