BDP’ê ji bo Dayîkên Aşitiyên ku bi salan in li aqubeta xizmên xwe dipirsin, pêşnûmeyek amade kir.
Di pêşnûmeya bi îmzaya Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane hate dayîn de hate diyarkirin ku Dayîkên Şemiyê 17 sal in li dadê digerin û lê Tirkiye newêre bi rastiya xwe re rû bi rû bibe.
Di pêşnûmeyê de hate gotin ku Dayîkên Şemiyê yekemîn car di sala 1995'an de derketin qadan û dest bi lêgerîna dadê kirin û wiha hate gotin: "Li hemberî polîtîkayên dewletê yên pirsgirêka kurd çareser nakin li aqubeta zarok û xizmên xwe digerin. Ev berxwedan di heman demê de hesabpirsîn û mînaka raperîna sivîl e. Hefteya borî 374 heftene bang li hikûmetê dikin. Lê 17 sal in hêj tu bersiv negirtine. Ji çalakiya destpêkê ya di 27'ê gulana 1995'an de li dar xistin heta niha gelek caran hatin derbkirin. Gelek caran rastî astengiya hêzên ewlehiyê hatin. Xizmên windayan li gel êşên xwe ji aliyê polîsan ve di erdê re hatin rakêşandin."
Di pêşnûmeyê de hate bilêvkirin ku Dayîkên Şemiyê li gel hemû bêhestiyar û bêdengiyan ji bo dengê xwe bidin bihîstin bi biryar tevgeriyan û wiha hate destnîşankirin: "Ji bo pirsgirêkên Dayîkên Şemiyê bên çareserksirin divê meclîs peywir bigire. Ji ber vê yekê, divê pirsgirêkan bigire rojevê û ji bo çareseriya wan divê li meclîsê komîsyona lêkolînan bê avakirin."