Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dê di 2’ê pûşperê de bê Amedê û beşdarî mitîngekê bibe. Beriya hatina Erdogan ji bajar û navçeyên derdora Amedê polîs dişînin Amedê. Serokên navçe û bajaran ên AKP’ê ji bo mitînga Erdogan qelebalix nîşan bidin dest bi xebatê kirin.
Hat ezanîn ku ji bajar û navçeyên derdora Amedê polîs vediguhêzin Amedê. Hate ragihandin ku dê li navçeyan tenê polîsên trafîkê bêne hiştin û hemû polîsên din dê bişînin Amedê.
Her wiha, dê alîgirên AKP’ê yên ji bajar û navçeyên derdora Amedê jî bînin Amedê.