Her çendî 5 meh bi ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn, heta niha berpirsên wê komkujiya 34 ciwanên Kurd têde hatin kuştin nehatine aşkerekirin. Hat zanîn ku artêşa Tirk niha jî bi hinceta “astengkirina qaçaxçiyan” mayîn li ser sînoran dideyne.
Di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de di 28’ê berfanbara 2011 de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê piraniya wan zarok 34 sivîl hatin qetilkirin. Heta niha berpirsên vê komkujiyê nehatine aşkerekirin û ne jî darizandin. Berovajiyê wê rejîma AKP’ê ji bo nixumandina komkujiyê çi ji destên wê tê dike.
Li gorî agahiyên nû yên ji herêmê hatin artêşa Tirk li pey “Roboskiyên” nû ketiye. Artêşa Tirk li aliyekê mirovan li ser sînoran bê pirs û daraz dikuje, li aliyeke din jî li gor agahiyên ji gelê gundê Roboskê hatine wergirtin, artêşa Tirk dest bi danîna mayînan li cihên ku qaçaxçî têre derbas dibin kiriye.
Hat ragihandin ku rejîma AKP’ê di çarçoveya hesabên xwe yên qirêj dibêje “PKK’ê mayînan daniye”. Dewleta Tirk ji niha ve dest bi wê yekê kiriye ku komkujiyên ku pêk bên diavêje stûyê PKK’ê.
Rejîmên Tirk û Îranê ku mafê xebat, kar û debarê nade gelê Kurd ên li ser sînoran, piştre jî bi hinceta “qaçaxçîtî dikin” qetil dike. Hema bêje artêşên Tirk û Îranê xetên sînoran veguhestine gorristanan.
Herî dawî di 7’ê pûşperê de jî li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê leşkeran li ser qaçaxvanan gule reşand û qaçaxvanek birîndar kirin. Ji serê salê ve herî kêm 15 kesên sivîl li ser sînor hatin kuştin. Di êrîşa çekdarî ya leşkeran de welatiyê bi navê Feredin Îsamedarin yê ji Îranê birîndar bû. Îsamedarîn rakirin nexweşxaneya dewletê ya Geverê. Piştî bûyerê welatiyê bi navê Alî Rustem hate binçavkirin. Welatiyan diyar kirin ku ew bi sivikî ji bûyerek din ya wekî Roboskiyê rizgar bûn.
JI SERÊ SALÊ VE 15 KES
Li gorî tomarên ANF’ê, ji serê sala 2012 ve herî kêm 15 kes ji aliyê rejîma Îranê ve li ser sînorên Bakûr-Rojhilat, Başûr-Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin. Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya sala 2011 herî kêm 16 kes li ser sînorên Tirkiye û Îranê hatin kuştin û 12 kes jî wenda bûn. Komkujiya Roboskî ya ji aliyê rejîma Tirk ve û kuştinên Kurdan ên di nava sînorên Îranê de cih nagirin.
DI SALA 2011 DE HERÎ KÊM 114 KES HATIN KUŞTIN
Li aliyê din hate ragihandin ku di 9 mehên dawiyê yên sala 2011 de zêdetirê 80 kes li ser sînoran ji aliyê leşkerên Îran û Tirk ve hatin kuştin, her wiha 60 kes jî hatine birîndarkirin. Leşkerên Îranê di nava 3 mehên dawî yên sala 2011 de 28 kesên sivîl li ser sînoran kuştine. 34 kesên ku di 28’ê berfanbarê de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana a Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin, ne di nava vana de ne. Tevî 34 kesên li Roboskiyê ev hêjmar dike 114.
DI SALA 2010 DE HERÎ KÊM 68 KUŞTINÊN BÊ DARAZ
Li gorî qeyîdên ANF’ê di sala 2010 de herî kêm 68 kes li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê hatin kuştin, bi dehan kes hatin birîndarkirin û bi sedan dewar û ajal telef bûn. Tê payîn ku ev jimar pir zêdetir be. Herwiha ji sersala 2011 û vir ve herî kêm 14 kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Îranê ve hatine kuştin. Herwiha di sala 2009 de jî herî kêm 90 kes li ser sînor hatin qetilkirin.