Ji artêşa Tirk sewqiyata leşkerî
Sewqiyata leşkerî, çêkirina qereqol, keşf û tevgera balafirên şer, ên artêşa Tirk didomin.
Sewqiyata leşkerî, çêkirina qereqol, keşf û tevgera balafirên şer, ên artêşa Tirk didomin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku sewqiyata leşkerî, çêkirina qereqol, keşf û tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk didomin.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de têkildarî tevger û keşfê ya artêşa Tirk de ev agahî da:
“Di 8’ê Tîrmehê de saet di navbera 12.00 û 9’ê Tîrmehê (îro) saet di 11.00’an de li ser xeta sînor a herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medya, di 8’ê Tîrmehê de saet di navbera 22.30-23.30 û 9’ê Tîrmehê saet di navbera 06.00-08.00’an de li herêma Zapê û xeta sînor pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk xebatên keşfê pêk anîne. Her wiha di 8’ê Tîrmehê de saet di navbera 11.00-12.00’an de li herêma Zapê, 9’ê Tîrmehê saet di navbera 12.30 û 13.30’an de li ser herêma Avaşîn tevgera balafirên şer hatine jiyîn.
Di 8’ê Tîrmehê de saet di 05.00 û 07.00’an de li herêma gundên Aşûran û Xecik a girêdayî navçeya Yayladere ya Çewlîkê tevgera wesayîtên zirxî ya artêşa Tirk pêk hatiye, bi helîkopterên Skorsky jî bi armanca keşfê xebat hatine kirin. Her wiha li ser girê Îsmaîl û Sulbus jî tevgera helîkopterên tîpa Kopra pêk hatiye.
Di 8’ê Tîrmehê de saet di navbera 12.00-15.00’an de li navçeya Pilûr a Dêrsimê jî bi du kobra û helîkoptereke tîpa Skorsky xebatên keşfê hatine kirin.”
HPG’ê têkildarî çêkirina qereqol û sewqiya artêşa Tirk de jî agahî da û got: “Ji 7’ê Tîrmehê û vir ve ji qereqola Şirtik, Sêmalê û Karpo ya girêdayî Pasûra Amedê; ji qereqolên Hegasor a Hênê û qereqola Berdakizilagacê ya Mûşê sewqiyata leşkerî pêk hatiye.
Çêkirina qereqola li navçeya Farqîn a Amedê jî tevî hemû hişyariyên hêzên me yên gerîlayan berdewam kiriye. Artêşa Tirk li qada ku qereqol tê çêkirin, bir amanca kontrolê li girekî bi cih bûye. Li ser vê gerîlayên me di 8’ê Tîrmehê de saet di 17.00’an de li hemberî gir çalakiyek hişyariyê pêk aniye. Piştî çalakiyê artêşa Tirk eraziyên derdorê dane ber agir. Dîsa di heman rojê de pêgerên hewayî yên bê mirov di navbera 17.00-19.30’an de bi pêgerên hewayî yên bê mirov xebatên keşfê kirine.”