Ji artêşa Iraqê ber bi eniya Mexmûrê vehugestina leşkerî

Yekîneyek mezin a artêşa Iraqê ku ji sedan wesayîtên leşkerî pêk tên û leşkerên koalîsyonê jî di nav de ne, gihiştin Mexmûrê. Sewqiyata leşkerî didome.

Konvoyek mezin a artêşa Iraqê ku li gel tankan ji nêzî 500 wesayîtên leşkerî pêk tê, gihişt bajarokê Mexmûrê.

Hate hînbûn ku sewqiyata leşkerî ji Hewlêr û Kerkûkê ji du baskan pêk tê, ji wan yek gihişte Mexmûrê. Tê ragihandin ku konvoya aliyê Kerkûkê hê negihiştiye bajarokê Mexmûrê.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku leşkerên koalîsyonê jî di nav yekîneyê de ne.

Li gor agahiyên ji herêmê, sewqiyata leşkerî di çarçoveya amadekariyên rizgarkirina navenda Mûsilê de pêk hatiye.