Ji Amedspor protestoya komkujiya Enqereyê
Amedspor ku di 2'yemîn Lîga Koma Sor a Spor Totoyê de dilîze lîstika xwe ya li gel Tarsus Îdman Yurdu 2-0 qezenc kir. Lîstikvanên Amedsporê bi pankarta "Em komkujiya Enqereyê şermezar dikin" derketin sahayê.

Amedspor ku di 2'yemîn Lîga Koma Sor a Spor Totoyê de dilîzê lîstika xwe ya li gel Tarsus Îdman Yurdu 2-0 qezenc kir. Amedspor û Tarsus Îdman Yurdu li Tesîsên Şilbê yên Amedsporê hatin hemberî hev. Di trîbunê de pankarta "Em komkujiya Enqereyê şermezar dikin" hate daleqandin. Alîgirên Amedsporê di dema maçê de dirûşmeyên "Jin Jîyan Azadî","Jin di trîbunan de ne serketin a Amedê ye" û "Dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa HDP" berz kirin.
Lîstîkvan û koma antrenorê Amedsporê ji bo serketina lîstikê kedek mezin dan. Di lîstikê de Amedspor di deqeya 10'an de bi gola Şehmuz Ozer ket pêş. Pîştre di deqeya 31'an de bi gola Îbrahim Ferdî Coşkun 2-0 pêş ket. Dewreya yekemîn 2-0 bi dawî bû. Di dewreyê 2 'yemîn de gol nehat avêtin û maç 2-0 dawî bû.