Di serî yên Amedê bi giştî 763 saziyên civaka sivîl yên Bakûrê Kurdistanê li dijî tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan deklarasyonek hevpar weşand. Li ser navê hemû saziyan serokê ÎHD a Amedê Racî Bîlîcî daxuyanî da û wiha got: “Di raya gitştî û qada siyasetê de hewaya ku derketiye holê ji bo biguhere pêvajoyeke erênî û pêşiya hevdîtina parêzeran a bi Birêz Ocalan re vebibe, em bang li hikûmetê dikin. Bila pêşiya hevdîtinên bi Ocalan re bê vekirin û şert û mercên wî bên başkirin.”
Rêxistinên civaka sivîl der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku salek li pişt xwe hişt deklerasyonek weşandin. Deklerasyon ji aliyê 763 saziyên sîvîl ve hate îmzekirin. Deklerasyon li Lokala Cemiyeta Rojnamegerên Başurêrojhilat bi civîneke çapmeniyê hate aşekerakirin. Serokê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî, serakê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, seroka TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker, nûnerên sendîkayên girêdayê KESK’ê, nûnerên sendîkayên kar, Odedyên endezyaran yên girêdayê TMMOB’ê û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevli daxuyaniyê bûn.”
Deklerasyoan ku di bin îmzeya 763 saziyan de hatibû amadekirin ji aliyê Racî Bîlîcî ve hate xwedin. Bîlîcî diyar kir ku ev deklerasyon ji aliyê saziyên civaka sîvîl yên li herêmê faliyetan dimeşînin û di qada siyasetê de bi bandor ve hatiye amadekirin.
Bîlîcî wiha got: “Wekê her demê hewcedarî bi aştiyê heye. Her kesê ku hewcedariya wan bi aştiyeke mayîne û bi rumet heye peywir girtine ser xwe. Em pisgirêkên xwe û di serî de pirsgirêka kurd nekarin bi pevçûnan çareser bikin. Hewcedariya me bi axaftin, nîqaş û muzakereyê heye. Ji ber vê hewcedariya me bi diyalogê heye. Dixwazin vê yekê dîsa bi bîr bîxinin.”
Bîlîcî destnîşan kir ku diyalog jî ancax bi muxatabên pirsgirêkêre pêkane û wiha got: “Ji ber vê jî divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih û bi hestiyar tevbigere.
BILA ŞERTÊN OCALAN BÊN BAŞKIRIN
Bîlîcî di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Ji çareseriya pirgirêka kurd divê aktorên bi bandor bikevin dewrê. Ji van aktoran yek jî Birêz Ocalane. Birêz Ocalan ev saleke bi parêzerên xwe re nekare hevdîtinê pêk bîne. Em bang li hikûmetê dikin bu bila vê hewaya k udi rayagiştî û qada siyasetê de hatiye afirandin bila biguherînin pêvajoyke nû. Divê pêşiya hevdîtina bi Ocalan re bê vekirin. Divê hikûmet şer t û mercên Ocalan baş bikin.”