Ji 18 bajaran polîs û wesayîtên zirxî dişînin Amedê

Ji 18 bajaran polîs û wesayîtên zirxî dişînin Amedê

Beriya mîtînga îro ku ji aliyê BDP û KCD’êve dê pêk were de di serî de ji Stenbol û Enqereyê bi giştî ji 18 bajaran polîs û wesayîtên zirxî takviyê Amedê kirin. Polîs dem bi dem pêşî gel digire ku li Qada Îstasyonê bicive û her wiha gelek kepenkên bajar jî girtîne.

Piştî ku walitiya Amedê mîtînga 14’ê tîrmehê qedexe kir, li 5 hezar polîsên kul i Amedê de ji 18 bajaran tavkiya polîs û wesayîtên zirxî hatin kirin. Ji Stenbol, Enqere, Qeyserî, Tokat, Muş, Êlih, Hatay, Meletî, Elezîz, Erzirom, Erzîgan, Mêrdîn û Rihayê, hêzên çevî û wesayîtên zirxî sewq kirin û li xalên cuda yên Amedê bicihkirin.

Beriya mîtîngê li navçeya Sur, Baglar, Kayapinar û Yenîşehîrê kepenk hatin girtin.

Di vê navberê de li seranserê bajar li riya Riha-Merdîn-Êlih-Elezîzê polîs bi wesayîtên zirxî rawestiyan. Li van riya wesayîtên veguhstina komî hatin astengkirin û li seranserê bajar komên dihatin cem hev di aliyê polîsan ve dihatn rawestandin.