Ji 115 cenazeyan bi tenê 10 jê karîbûn bên teşxîskirin
Ji 115 cenazeyên li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê hatin qetilkirin û rakirin Silopiya, Dîlok, Riha û Mêrdînê, bi tenê 10 ji wan ji aliyê malbata ve karîbûn bên teşxîskirin.
Ji 115 cenazeyên li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê hatin qetilkirin û rakirin Silopiya, Dîlok, Riha û Mêrdînê, bi tenê 10 ji wan ji aliyê malbata ve karîbûn bên teşxîskirin.
Ji 115 cenazeyên ji taxên Sûr û Cûdî yên Cizîrê hatin derxistin, ku ji ber topbaran û êrîşa bi çekên giran a dewleta Tirk de piraniya wan hatin şewitandin, bi tenê 10 jê ji aliyê malbatan ve karîbûn bên teşxîskirin. Ji ber ku teşxîsa cenazeyên rakirina Silopiya, Mêrdîn, Riha û Dîlokê nepêkan e, ji malbatan mînakên ji bo testa DNA hat girtin.
Ji 28 cenazeyên rakirin Rihayê, cenazeyên Sûltan Irmak, Fehmî Dînç û Mesût Arsîn piştî otopsiyê ji aliyê malbatên wan ve hatin teşxîskirin û wergirtin. Ji 25 cenazeyan 6 jê li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligol, 13 jê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan, 6 jê li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Sêweregê ne.
Ji 20 cenazeyên hovîtî li wan hatibûn kirin û anîn Dîlokê bi tenê 4 jê karîbûn bên teşxîskirin. 16 ji cenazeyên mayî, ji ber ku bi hovane hatin şewitandin, nayên naskirin. Malbatên ku bi guman in zarokên wan di nav de hene hatin bajêr. Cenazeyên mayî wê di encama testa DNA de bên teşxîskirin.
Li Silopiyayê 48 cenaze hene. Ji van cenazeyên li depoya hewaya sar a li Silopiyayê, nasnameyên Abdulselam Tûrgût û Mûrat Kazici hat tespîtkirin û ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin. Yên mayî ji ber hatine şewitandin nikarin bên teşxîskirin. Nasnameyên wan wê bi testa DNA bên tespîtkirin.
Ji cenazeyên li Mêrdînê nasnameyên 2 kesên din hatin tespîtkirin. Ji 17 cenazeyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê beriya niha cenazeyên Ekrem Sevîlgen (17), Serdar Ozbek (32) û Mehmet Benzer (19) ji aliyê malbatan ve hatibûn teşxîskirin û teslîmgirtin. Îro jî ji 14 cenazeyan nasnameyên 2 kesan bi testa şopa tiliyê hat zelalkirin. Hat ragihandin ku ev cenaze yên Tajdîn Merse (22) û Mehmet Dalmiş (31) in. Ji bo tespîtkirina nasnameyên 12 cenazeyên şewitîne, testa DNA dewam dike.
Tê payîn cenazeyên Merse û Dalmiş bibin Cizîrê. Li bajêr herî kêm 199 kes hatine qetilkirin. Beriya rakirina 115 cenazeyan, 84 kesên din jî ji aliyê dewletên ve hatibûn qetilkirin. Di nava van de pitik Mîray a 3 mehî, 2 pitikên 7 mehî yên di zikê dayikên xwe de, 3 pitikên 8 mehî jî hene. Lê belê ji ber polîtîkaya tarîkirinê ya dewletê, ku hewl dide ser komkujiyê bigire, agahiyên zelal bi dest nakevin.