Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê ji malbata gêrîlayê HPG'ê Mehmet Vasil Çelîk (Dozger Amed) re got cenaze li Silopiyê ye û li ser vê yekê malbatê serî li Dozgeriya Komarê ya Silopiyê da lê dozgeriyê ji malbatê re got cenaze li Meletiyê ye.
Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê ji malbata gêrîlayê HPG'ê Mehmet Vasil Çelîk (Dozger Amed) yê ku di navbera 21-24'ê adarê de di pevçuna Çiyayê Cudî de jiyana xwe ji dest da re got cenaze li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê nîne. Piştî malbat ji Bîsmîlê çû Meletiyê vegeriya û serî li Dozgeriya Komarê ya Silopiyê da. Piştî Dozgeriya Komarê ji malbatê re got cenaze li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê ye, malbat careke din ber bi Meletiyê ve bi rê ket.
Malbata gêrîla Çelîk di 29'ê gulanê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê dabû û di wêneyan de cenazeyê zarokê xwe tesbît kirin lê dozgeriyê bi hinceta dosya li Dozgeriya Komarê ya Silopiyê ye gotibû ew cenaze nadin.