Irmak: Malbat ji bo wergirtina cenazeyan bi biryar in

Hevseroka KCD'ê Irmak a di nava heyeta bi malbatên şervanên YPG, YPJ û HPG'iyan ên li Deriyê Sînor ê Xelîl Îbrahîm tên sekinan din re hevdîtin kir û derbasî Başûrê Kurdistanê bû diyar kir ku dîlgirtina cenazeyan nîşaneya rizîna mirovahî û exlaqê ye

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak a di nava heyeta bi malbatên şervanên YPG, YPJ û HPG'iyan ên li Deriyê Sînor ê Xelîl Îbrahîm tên sekinan din re hevdîtin kir û derbasî Başûrê Kurdistanê bû diyar kir ku dîlgirtina cenazeyan nîşaneya rizîna mirovahî û exlaqê ye û ya Tirkiye dike jî dijminahiyê wêdetir e. Irmak anî ziman ku malbatan got heya cenazeyên xwe negirin ji sînor naçin û divê di serî de oldar û ciwan hemû kes xwedî li cenazeyan derkeve.

 

Cenazeyên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê yên li Rojava û Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan bi biryara Lijneya Wezîrên Tirk li Deriyê Sînor ê Xabûr tên astengkirin. Duh heyeta ji Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, wekîlên HDP'ê, aktîvîstên KJA'yê û Baroya Şirnexê pêk dihat derbasî Başûrê Kurdistanê bibûn. Hevseroka KCD Selma Irmak bi malbatên 8 roj berê ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin derbarî Bakurê Kurdistanê bûn lê destûr nedan derbas bibin li Deriyê Sînor ê Xelîl Brahîm disekinin re hevdîtin kir got ku malbat li salona li deriyê sînor tên sekinandin û hewcehiyên wan ji aliyê rayedarên deriyê sînor ve tên dîtin.

Irmak anî ziman ku cenaze li Deriyê Sînor ê Xelîl Brahîm di TIR'a ku depoay wê ya sarkirinê heye de tên sekinandin. Irmak da zanîn ku malbatên li benda cenazeyan in xwestin Başûrê Kurdistanê jî bertekan nîşanî vê yekê bidin. Irmak bilêv kir ku dema malbatan ew dîtin bi hêvîbûn lê ji ber ku bi biryarekî neçûn xemgîn bûn.

'BI HINCETA EWLEHIYÊ DESTÛRÊ NADIN CENAZE DERBAS BIBIN'

Irmak destnîşan kir ku berî derbasî Başûrê Kurdistanê bibin bi rayedarên dewletê re hevdîtin kir û biryar ji aliyê Lijena Wezîran ve hatiye girtin ji wan re ragihandin û wiha got: "Me xwest biryara Lijneya Wezîran bibînin lê nedan me. Em dixwazin ku biryar bi devkî hatiye girtin. Rayedarên li sînor gotin 'Biryar ji aliyê Lijneya Wezîran ve hatiye girtin. Ne mimkûne em li ser wê biryarekê bigirin' Hevdîtina berê me bi rayedarên dewletê re kirin sekinandina cenazeyan ne însanî, hiqûqî û ne jî exlaqiye, me vegot lê rayedarên dewletê gotin dibe ku pirsgirêka ewlehiyê derbikeve destûrê nadin cenaze derbas bibin."

Irmak derbirî kir ku Baroya Şirnexê derbarê rayedarên dewletê yên destûrê nadin cenaze derbas bibin li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê serlêdana suc kir.

'YA TIRKIYE DIKE JI DIJMINAHIYÊ WÊDETIR E'

Irmak da zanîn ku cenaze di bin germahiyê de tên girtin û malbat di bin şertên gelek zor de ber xwe didin û wiha axivî: "Di şerê herî hov de jî guherîna cenazeyan tê kirin. Ji ber ku ev peywirekî însanî ye. Yên cenazeyan dîl digirin ji aliyê mirovahiyê ve tên lenetkirin. Van ciwanan li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên Tirkiye dibêj qaşo ew jî li hemberî derdikevin, şer kirin û jiyana xwe ji dest dan. Divê Tirkiyeyê li şuna cenazeyan dîl bigirin li ser destan girtiba. Dîlgirtina cenazeyan nîşaneya rizîna mirovahî û exlaq e. Dijminahî tiştekî din e lê Tirkiye ji dijminahiyê wêdetir dike."

BANGA XWEDÎDERKETINA CENAZEYAN

Irmak bilêv kir ku ew dê her tim li cem malbatan cih bigirin û wiha pê de çû: "Malbat li benda cenazeyan û kesên ji bo piştgiriyê biçin in. Malbat bi biryar li sînor in û gotin ew heya cenazeyan negirin naçin.Ez li vir bang li hemû oldaran û ciwanan dikim. Ev cenazeyên me hemûyan in. Ji bo van cenazeyan divê hemû kes biçe sînor. Divê hemû kes li cem malbatan be. Li hemberî vê yekê bedeng mayîn hevkariya sûc e."