Irmak: Em biherikin ser sînor û xwedî li cenazeyan derkevin
Hevseroka KCD'ê bi malbatên şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG'ê re hevdîtin kir û got, "Ji bo xwedîderketina li cenazeyan divê em hemû biherikin ser sînor û li cem malbatên xwe cih bigirin."
Hevseroka KCD'ê bi malbatên şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG'ê re hevdîtin kir û got, "Ji bo xwedîderketina li cenazeyan divê em hemû biherikin ser sînor û li cem malbatên xwe cih bigirin."
Hevseroka KCD'ê malbatên şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG'ê yên cenazeyên wan li ser sînor tên sekinandin ziyaret kir û bi gotina, "rizandina exlaq û mirovahiyê" nerazîbûn nîşanî helwesta dewleta Tirk da. Irmak got, "Ji bo xwedîderketina li cenazeyan divê em hemû biherikin ser sînor û li cem malbatên xwe cih bigirin."
Bi biryara Desteya Wezîran re cenazeyên gerîlayên HPG'ê û şervanên YPG/YPJ'ê li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên sekinandin. Heyete ji Heveroka KCD'ê Selma Irmak, parlamenterên HDP'ê, aktîvîstên KJA û Baroya Şirnexê, derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Irmak bi malbatên ku beriya 8 rojan ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, lê destûr nehat dayîn cenazeyên zarokên xwe werbigirin re, li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl hevdîtin kir.
Irmak anî ziman ku cenaze li depota cemirandinê ya TIR'eke li parka Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl hatiye sekinandin e û anî ziman ku malbat li bendê ne ji Başûrê Kurdistanê jî nerazîbûnek were nîşandan.
'NÎŞANA RIZANDINA MIROVAHIYÊ Û EXLAQÊ'
Irmak got, "Di şerên herî hov de jî alî cenazeyan pev diguherin. Jİ ber ku ev wezîfeyeke însanî ye. Ji ber ku derdorên cenazeyan dîl digirin, ji aliyê mirovan ve tê lanetkirin. Van ciwanan, di şerê li dijî DAIŞ'ê de ku qaşo Tirkiye jî li dij şer dike, jiyana xwe ji dest dan. Divê Tirkiye van cenazeyan dîl negirin, berevajî xwedî lê derkeve. Dîlgirtina rehîneyan nîşan dide ku mirovahî, exlaq riziya ye. Dijminatî tiştekî din e, lê tiştê Tirkiye dike ji dijminatiyê wêdetir e."
'EM BIHERIN SER SÎNOR'
Hevseroka KCD'ê Irmak bang li aliman û ciwanan kir û got, "Ev cenaze cenazeyên me hemûyane. Ji bo xwedîderketina li van cenazeyan, em hemû biherikin ser sînor, li cem malbatên xwe cih bigirin. Divê ji aliyê her kesî ve were zanîn ku bêdengiya li pêşberî vê, hevkariya sûc e."