Irmak: AKP dixwaze Geverê veguherîne qadeke rantê

Parlamentera Colemêrgê Selma Irmak da xuyakirin, ku Gever hatiye xerakirin û hilweşandin û diyar kir, dewlet bi projeya veguherîna bajêr û îstimlaqkirinê dixwaze vê derê ji xwe re bike qadeke rantê.

Parlamentera Colemêrgê Selma Irmak da xuyakirin, ku Gever hatiye xerakirin û hilweşandin û diyar kir, dewlet bi projeya veguherîna bajêr û îstimlaqkirinê dixwaze vê derê ji xwe re bike qadeke rantê.

Irmak çavdêriyên xwe yên li Geverê û xebatên ji nû ve avakirinê ji ANF'ê re nirxand.

Irmak bibîr xist ku di roja 38. a şerê li navçeyê de Fermandariya Giştî da xuyakirin ku operasyon qediya ne, lê belê 40 roj piştî vê daxuyaniyê destûr ji wan re hatiye dayîn ku xwe bigihînin navçeyê. 

Irmak da zanîn, di nava van 40 rojên piştî daxuyaniyê de hêzên dewletê li navçeyê operasyoneke din pêk anîne û ev yek jî operasyona dizî û talanê ye.

Selma Irmak ragihand, xebatên hevalên wan ên teknîkê dewam dike û got, "Li gorî texmînan xisar li 10 hezar avahiyan bûye. Zêdeyî 5 hezar avahî jî nema dikarin bên bikaranîn. Herî kêm 30 hezar mirov bê xanî man. Di asteke gelekî bilind de xisareke madî bûye. Dema rewş bê nirxandin, tê dîtin ku ev hemû ji bo polîtîkaya koçberkirinê hatine kirin."

'GEVER PÊŞKÊŞÎ RANTÊ TÊ KIRIN'

Irmak bal kişand ser projeya veguherîna bajar û îstimlaqkirinê ya dewleta Tirk û da zanîn, plan tê kirin ku li her taxê qereqolek, navendên ewlekariyê û kolanên firehtir bên çêkirin, ku bi rehetî werin kontrolkirin. 

Parlamenter Selma Irmak ragihand, AKP polîtîkayeke ku gel hewcedarî xwe dike dimeşîne û got, "Ji bo xaniyekî ji 100 metreçaroşeyî 80 hezar TL pere tê xwestin. Bi pereyên didin jî ancax oedeyek dikare bê kirîn. Niha li Geverê dek û dolabeke mezin digere. Tê gotin ku dewlet wê lêçûnên hilweşînê bide û mirovê karibin careke din bibin xwedî xanî. Em ê encamên vê bi hev re bibînin; manîpulasyoneke mezin heye. Ji bo Geverê bi muteahhîtên ji Stenbol û Enqereyê re hatiye axaftin. Dixwazin vê derê bikin qadeke mezin a rantê. Em ê tevî gelê xwe, destûra vê nedin."

'52 CENAZE LI GORISTANA BÊKESAN HATIN VEŞARTIN'

Selma Irmak da xuyakirin, ku di hevdîtina bi Serdozgeriya Komarê ya Geverê de ji wan re hatiye ragihandin ku 52 cenaze li goristana bêkesan a Erzîromê hatine veşartin, 25 cenazeyên mayî jî hatine texşîskirin û radestî malbatan hatine kirin.

Irmak got, "Ji bo cenazeyên nehatine teşxîskirin, mînak hat girtin, ku pê testa DNA bê kirin. Tevî ku demeke dirêj di ser re derbas bûye, me hînê ti encam negirtine." Irmak da xuyakirin, ku hêzên herêmî yên di şerê li Geverê de jiyana xwe ji dest dane, li gorî tespîtên heta niha 79 e.

'EM Ê GEVEREKE NÛ AVA BIKIN'

Irmak diyar kir, ew li ser projeyeke avahiyên civakî dixebitin û bi vî rengî dixwazin bersivê bidin hilweşîn û talana ji aliyê dewletê ve hatiye kirin. Irmak got, "Ji bo vê projeya xwe me dest bi hevdîtinan kirin. Di dema pêş de em ê vê eşkere bikin. Peyama gelê Geverê zelale ; em ê teslîm nebin û hûn ê nikaribin vîna me teslîm bigirin. Li ser vê mesajê, wezîfeya me ye ku em Gevereke nû ava bikin."

Irmak bal kişand ser îdîayên cidî yên dibêjin, li Geverê çeka kîmyewî hatiye bikaranîn û bang li saziyên mafên mirovan kir ku bên Geverê û lêkolînan bikin. Her wiha ji her kesî xwest, piştgiriyê bidin gelê Geverê.