Dewleta Îranê pêşiya rûbarê Elwend digire û ev yek jî dibe sedem ku li Iraqê 700 hezar kesên ku debara xwe bi çandiniyê dikin zirarê bibînin.
Ji ber vê sedemê kesên ku bax û bostanên xwe ji avdana rûbarê Elwend pêk tînin ji rayadaran dixwazin ku çareyekê ji vê rewşê re bibînin. Berpirsê giştî yê pirojeyan a wezareta çavkaniyên avê ya Iraqê Elî Haşîm jî dibêje”Di vê der barê de ji Wezareta Derve yê Iraqê daxwaz kirine ku bi Wezareta Derve ya Îranê re li ser vê pirsgirêkê bişêwirin.”
Dewleta Îranê ev 4 sal in her havînê ava rûbarê Elwend digire û ji ber vê sedemê nêzî 700 hezar kesên ku debara xwe bi çandiniyê dikin zirar dibînin.
Rûbarê Elwendê ji nav axa Rojhilatê Kurdistanê derdikeve û ji sînorê Xaneqîn û Diyala re debasî nava axên Iraqê dibe. Nêzîkê 700 hezar kes bi avdana ava Elwendê çandiniyê dikin. Ji ber vê pêkanîna Îranê ev 4 sal in bax û bostanê kesên çandiniyê dikin dişewitin. Ev kesên mexdûr ku piraniya wan Kurdin ji rayadaran daxwaz dikin ku çareseriyekê ji vê rewşê re bibînin.
Der barê vê yekê de berpirsê giştî yê Projayan A Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê Elî Haşim diyar kir ku Îranê li nav sînorên xwe de ji bo pêşiya avê bigire bend ava kirine û got; “Ji ber vê yekê jî av zûha dibe û ev jî bandorek neyînî li ser hemwelatiyên me dike. Berhemên çandiniyê hiş dibin. Haşim got ji bo çareseriya vê pirsgirêkê wan ji wezareta derve ya Ýraqê daxwaz kiriye ku bi wezareta derve ya Îranê re bişêwirin û pirsgirêkan çareser bikin.”