Însyatîfa Gel a Amedê banga beşdariya meşa Sûrê kir

Însyatîfa Gel a Amedê, ji bo protestokirina êrîşên qirkirin û qetlîamên artêşa Tirk ê li hember Sûrê ji bo meşa sibehê bang li gelê Amedê kir ku beşdarî çalakiyê bibin.

Însyatîfa Gel a Amedê, ji bo protestokirina êrîşên qirkirin û qetlîamên artêşa Tirk ê li hember Sûrê ji bo meşa sibehê bang li gelê Amedê kir ku beşdarî çalakiyê bibin.

Însyatîfa Gel a Amedê daxuyaniyek nivîskî da û ji bo meşa sibehê a ji bo Sûrê, banga beşdariyê li hemû gelê Amedê kir.

Însyatîfa Gel a Amedê da xuyakirin ku berxwedana dîrokî ya Sûrê di roja 81. de didome û wiha got: “Ev îradeya berxwedana gelê me, wê gelê me bigihijîne serkeftinê.” Hat gotin ku berxwedana niha li Sûrê tê meşandin ji bo dîroka gelê Kurd bûye mal. Daxuyanî wiha dom kir: “Li gel Komînciyên Parîs, berxwedêrên Vîetnamê wê êdî berxwedana Sûrê jî dîrok binivîsîne.

Rojên ku em tê re derbas dibin rojên berxwedan û serkeftinê ne. Berxwedana ku hemû zarokên qehreman ên gelê Kurd didin meşandin, bi moral û bi hêz beşdarî berxwedanê bibin. Ji bo azadiyê û nefes hildanê tênê rêya berxwedanê heye. Sûr bi mehan e rastî êrîşên hêzên çeteyên dewleta Tirk tê û berxwedanê didomîne.

Ji bo qetlîamên li Cizîrê carek din neyên jiyîn, divê gelê Amedê bi giştî rabin ser lingan. Em hemû berpirsiyar in  ku ger qetlîamek li Sûrê pêk were. Ji ber vê yekê bi awayek topyekun rabin serhildanê. Em hemû berpirsyar in û em hemû xwedî însiyatîf in.”

Daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Amedê bal kişadand ku kî çi ji destan tê divê wê bike û wiha got: “ Eger em îro nekîn, em ê sîbehê li pêşiya dîrokê hesab bidin. Kî dikare kevir bavêje bila kevir bavêjin, bikarin deng derxin, bila deng derbixin, yên ku bikarin meşê bikin bila meş bikin, yên bikarin bendan ava bikin bila bendan ava bikin û yên ku bikarin rê bigirin bila rê bigirin û di nava çalakiyên berxwedanê de bin. Roj roja berxwedanê ye. Yên ku li pişt bendan mil bi mil li ber xwe bidin wê bi ser kevin. Ji bo meşa Sûrê ya mezin a wê sibehê li Amedê bê lidarxistin di pêşengiya ciwan û jinan de divê tevahî gelê me tevlî bibe û pêwîst e her qadê bajêr em wek Sûrê bikin qada berxwedanê.”