Însiyatîfa Hevgiriya bi Zindanan re ava bû
Ji hêla malbatên girtî û hikumxariyan ve Însiyatîfa Hevgiriya bi Zindanan re hate damezerandin.
Ji hêla malbatên girtî û hikumxariyan ve Însiyatîfa Hevgiriya bi Zindanan re hate damezerandin.
Bi navê Hevgiriya bi malbatên girtî û hikmuxwariyan li Amedê Însiyatîfa Hevgiriya bi Zindanan re hate damezirandin. Endamên Însiyatîfê ku li Rêxistina DBP'ê ya Baglar a Amedê damezirîna xwe ragihandin. Hevserokê Însiyatîfê Mehmet Temîzyuz diyar kir li zindanan ji Mezlûm, Kemal û Xeyriyan ve kevneşopiya berxwedanê her dem berê xwe daye azadiyê û têkoşîna berxwedanê domandiye. Temîzyuz bi berdewamî got, "Em kevneşopî û hêza temsîlê ya ku bi şîara "radestbûn dibe îxanetê, pasîfîzm têkçûnê, berxwedan dibe serketinê" ku salên 80’yî li dijî rejîma cuntaya faşîst a hov berxwedan hatî honandin, em weke malbatên girtî û hikimxwariyan li dijî hikûmeta heyî bi raya giştî re par ve dikin ku em xwedan azweriyê ne.
Temîzyuz di axaftina xwe de got, "Divê ev baş were zanîn ku hûn nikarin vîna Kurdan mohr bikin. Hûn dikarin saziyên wan bigirin lê têkoşîna xwe ya pê bawer û rûmetdar li her derê em ê bidin û hûn nikaribin li pêş vê bibin asteng. Ji wê rastiyê ku Kurdên ku li Kurdistanê û Tirkiyê dijîn, hema hema ji her malbatê kesek di zindanê de ye, em diyar dikin ku em ê xebatên xwe mal bi mal, kuçe bi kuçe û bajar bi bajar pêk bîin. Em diyar dikin ku malbatên me wê rola girtina saziya me bi dildariyê pêk bînin.
Herî dawî em diyar dikin, li dijî êşkenceyên li zindanan û binpêkirinên mafan em ê bêhtir xwe birêxistin bikin, wan tenê nehêlin û weke Însiyatîfa Hevgiriya Bi Zindanan re em ê bi hemû malbatên girtiya n re li ber xwe bidin û qet serê xwe netewînin."