Însiyatîfa Gel a Amedê diyar kir ku berxwedanên xwerêveberiyê yên gelê Kurd û têkoşîna azadiya Kurd dimeşîne gihiştiye merheleyek nû, ji bo pêşîgirtina qetlîamên li Sûrê banga serhildanê kir.
Di daxuyaniya balê dikşîne ser berxwedana Sûrê de wiha hat gotin: “Navçeya me ya Sûrê 3 meh in dorpêçkirî ye. 3 meh in bi tank, top û bi deh hezaran çeteyên AKP’ê êrîşî navçeya me dikin. Navçeyên me tên wêrankirin, gelê me tê qetilkirin. Hêzên dijminê faşîst bêyî bibêje jin, zarok, kal her kesî dike hedef. Herî dawî welatiya bi navê Fatma Ateş ji ber bi rojan li erdê birîndar hat hiştin şehîd ket. Li Sûrê jî heman wek Cizîrê tehdîda qetlîamê heye.
200 SIVÎLDI JÊRZEMÎNEKÊ DE ASÊ MANE
Li Sûrê nêzî 200 sivîlî di jêrzemînekê de asê mane. Ji bo qetlîamek wek li Cizîrê çênebe, di serî de Amed, divê tevahî Kurdistan raber serhildanê. Tenê bi vî şêwazî em dikarin pêşî li qetlîamê bigirin. Piştî gelê mey ê li Sûrê di nav serhildanê de ye hat qetilkirin, ti wateya serhildanê tineye. Ya bi wate bi serhildanê pêşî li qetlîamê girtine.”
Însiyatîfa Gel a Amedê xwest gelê li bajarên derdor biherike Amedê.
GELÊ LI BAJARÊ DERDOR DIVÊ BIHERIKE AMEDÊ
Di daxuyaniyê de têkîldarî çalakiyan de wiha hat gotin:
“Di serî de gelê Amedê, divê gelê me yê li bajarên Êliih, Riha, Bedlîs, Mûşê jî biherikin Amedê. Divê gelê Amedê jî berê xwe bide Sûrê. Pêwîst e singa xwe ji gelê me yê leheng ê li Sûrê 3 meh in li ber xwe dide bikin mertal. Sibehê wê dereng bikeve. Kî çi ji destan tê divê îro bike. Roj roja berxwedanê ye.
PÊWÎST E SIBEHÊ LI AMEDÊ JIYAN RAWESTE!
Gelê Amedê divê sibehê raber serhildanek layiqî dîroka xwe. Heke Sûr di bin agir de be kes nikare jiyana xwe asayî derbas bike. Divê sibehê li Amedê jiyan raweste. Esnaf derabeyan veneke, ajokar qontaxan bigire, xwendekar neçin dibistanan, karker neçin kar. Divê navendên kirîn û firotinê yên mezin girtî bin. Pêwîst e her kes tevl î van çalakiyan bibin. Ji bo meşa sibehê divê di pêşengiya jin û ciwanan de tevlîbûnek girseyî çêbibe. Pêwîst e li her derê Amedê agirên berxwedanê bên pêxistin, li her derê barîqat bên danîn. Roj li barîqatan li hember faşîzmê berxwedana mil bi mil e. Em ê bi berxwedanê bi ser kevin.”