Însiyatîfa Gel a Amedê: Pêwîst e sibe jiyan raweste, gel derkeve qadan

Însiyatîfa Gel a Amedê banga, "Pêwîst e sibe gelê Amedê tam bi ruhekî serhildanê dakeve qadan. Divê hêzên faşîst ên polîs nexin ti cihî.”

Însiyatîfa Gel a Amedê, têkildarî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku qatil hikûmeta AKP’ê ye û ev bang li gel hat kirin: "Pêwîst e sibe gelê Amedê tam jî bi ruhekî serhildanê dakeve qadan. Divê hêzên faşîst ên polîs nexin ti cihî."

Însiyatîfa Gel a Amedê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand got: "Dewleta AKP’ê ya faşîst îro ewlad, rewşenbîr û parêzerekî bi qîmet ê gelê Kurd qetil kir. Tahîr Elçî yê rewşenbîrekî welatparêz û bi qîmet bû hedefa guleyên xayîn.”

'BI TALÎMATA ERDOGAN HAT QETILKIRIN'

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Dewleta faşîst bi mehane li Kurdistanê teroreke mînaka wê nîne dimeşîne. Li Cizîrê, Sûrê, Silopiya, Farqîn, Nisêbînê beyî ku bêjin jin-zarok bi sedan mirovanê me qetil kirin. Bajarên me tên şewitandin, hilweşandin, tê xwestin gelê me bi birçîbûn, komkujiyan bê terbiyekirin. Li hemberî vê wê gelê me bersiva bi berxwedaneke destanî bidomîne.

Tahîr Elçî bi pênûsa xwe bi salan e li cem gelê cih girt. Rewşenbîreke wiha ye ku tenê ji bo got, 'PKK ne rêxistineke terorê ye” der heqî wî de doz hat vekirin. Ji aliyê faşîst Erdogan ve bi gotina, ‘Wê berdêla wê bide’ hatibû tehdîdkirin. Polîsên faşîst ên TC ev ji bo xwe wek talîmatekê dîtin, Tahîr Elçî yê ji bo parastin û xwedîderketina Minareya Çar Ling a dîrokî ya Sûrê daxuyanî da bi nemerdî qetil kirin."

'ROJA BERXWEDANÊ YE'

Însiyatîfê got: "Ev gule di şexsê Tahîr Elçî de li tevayî gelê Kurd hatiye xistin” ev xisûs diyar kir:

"Ev li hemû kesên fikra azad diparêzin, heqîqetê tînin ziman hatiye xistin. Û hatiye xwestin ku qîrîna azadiyê ya gelê me bê fetisandin. Gelê me bi hezaran ewladên xwe di vê rêyê de dane, lê dîsa jî bêdeng nemaye û wê bêdeng nemîne.

Sibê ev demeke ku em bêjin ji faşîzm û komkujiyên dewletê re ‘Êdî bes e’. Roj roja berxwedanê ye. Eger em îro li ber xwe nedin, wê sibe qetilkirina zarokên me bidomînin. Roj ev roje ku em di barîqatan de mil bi mil ji faşîzmê re bêjin, 'raweste'. Tenê bi berxwedanê em dikarin bi ser bikevin. Tenê bi berxwedanê em dikarin bijîn û kêm be jî nefeseke azad bistînin."

BANGA SERHILDANÊI

Însiyatîfa Gel a Amedê di daxuyaniya xwe de ev bang li gel kir: "Divê sibe li Amedê jiyan raweste. Divê ti esnafên me dikanên xwe venekin. Ti wesayît nexebitin. Ji 7 salî heta 70 salî gelê Amedê bi yek dilî vê komkujiyê qebûl neke. Divê bi serhildanê bersiv ji vê komkujiyê re bê dayîn. Pêwîst e sibe gelê Amedê bi ruhekî serhildanê dakeve qadan. Li her kolan û taxan agirê berxwedanê bê vexistin. Barîqat bên avakirin, ti hêzeke faşîst ên polîs nexin ti cihî.”