Însiyatîfa Gel a Amedê: Divê Amed rola xwe ya di berxwedanê de bilîze

Însiyatîfa Gel a Amedê diyar kir ku Amed sembol û paytexta berxwedanê ye, wiha got: “Ji niha û şûn de divê her kes rabe ser piyan, tax, kolan, siteya xwe bigire, dijmin nexe qadan.”

Însiyatîfa Gel a Amedê diyar kir ku Amed sembol û paytexta berxwedanê ye, wiha got: “Ji niha û şûn de divê her kes rabe ser piyan, tax, kolan, siteya xwe bigire, dijmin nexe qadan.Pêwîst e her kes rêyên herî nêzî xwe bigire û awartebûna Sûrê li her derê bajêr belav bike.”

Însiyatîfa Gel a Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand diyar kir ku divê qadên xwerêveberiyê yên di encama têkoşîna destanî ya 40 salan hat bidestxistin û bi lehengî hat parastin ji her demê zêdetir xwedî lê bê derketin.

Însiyatîfa Gel a Amedê got, “Ev berxwedanên li Silopiya, Nisêbîn, Cizîr, Farqîn, Dêrik, Gever û Şirnexê bi lehengiyên bi sedan hevalên me yên şehîd mezin bûye û kûr bûye, îro li qadên xwerêveberiyan serketin û kêfxweşiya wê tevî hemû bêderfetiyan jî ev berxwedana mezin, bi vî halî jî serketiye” û destnîşan kir ku ji bo veguhere destketiyek mayinde, statuyek tevahî ku tevahî Kurdistanê digire nav xwe jî di destê gelê Kurd de ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Di nav yekîtiya ruh, hêst, fikir û çalakiyê ya hevalên me yên berxwedêr ve guhertina pêvajoyê wek destketiyên mayinde bi awayekî hêsan ji her demê zêdetir xwedî îmkan e”, hat destnîşankirin ku Amed sermbol û paytexta berxwedanê ye.

Însiyatîfa Gel a Amedê ragihand ku ya layiqî Amedê ew e ku divê li dijî zilmê bibe çavkaniya berxwedanê, wiha dewam kir: “Heta îro bi rol û mîsyona xwe Amed bûye paytexta dilan. Roj êdî roja vê mîsyonê di asta lûtkeyê de bicih anînê ye. Roj roja helwesta topyekun a Amedê danîna holê ye. Îro li Sûrê berxwedanek mûazzam a di dîroka mirovahiyê de mînakên wê kêm in tê meşandin. Ev berxwedana di nav şertên ewqasî ne wekhev de di xeta lehengiyê de dimeşe, ruh dide, moral dide û bi hemûyan bi xwe re dimeşîne. Ji bo layiqbûna vê berxwedanê, astengkirina duyemîn wehşetek Cizîrê mimkûn e.

Tevahî gelê me tevahî welatparêzên me divê bi şîara, ‘em ê destûra Cizîrek duyemîn nedin’ rabin ser piyan, bikevin nav seknek layiqî lehengên Sûrê. Îro ranebûna ser lingan, jiyanek wek her tişt asayî ye, ji tevahî nirxên mezin re îxanet e. Eger em li Sûrê duyemîn wehşetek Cizîrê asteng nekin, wê di vê xwînê de destên me hemûyan hebe. Pêwîst e her kes di vê kêliyê de rabe ser piyan, tax, kolan û sîteya xwe bigire, dijmin nexe qadan. Pêwîst e her kes rêyên herî nêzî xwe bigire û awartebûna Sûrê li her derê bajêr belav bike.

Pêwîst e ji bilî Sûrê ti rojev an jî mijûlbûyin tinebe, xwe di şkandina dorpêça Sûrê de kîlît bikin. Divê her kes bikeve nav hewldanê ku her kesî û her beşa xwe digihîne bixe nav vê berxwedanê, ji cihên cuda nekevin nav bendewariyan. Xebatên tevlîbûna çalakî û aktîvîteyên navendî di asta seferbertiyê de bên meşandin, wek pîvanê esasî yê welatparêziyê bê bidestgirtin. Divê her der bibe berxwedan, baş bê zanîn ku em ê rê nedin duyemîn wehşetek Cizîrê, xwe li vê kîlît bikin. Serketin di pêşengiya şehîdên me de wê ya hevalên me yên berxwedêr be.”