Însiyatîfa Ciwanên Apoyî banga derketina qadan kir
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî: Di serî de ciwan em bang li tevahî gelê xwe dikin ku bi ruhê berxwedanê ji vê êvarê û şûn de derkevin qadan û dest bi berxwedanê bikin.
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî: Di serî de ciwan em bang li tevahî gelê xwe dikin ku bi ruhê berxwedanê ji vê êvarê û şûn de derkevin qadan û dest bi berxwedanê bikin.
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî diyar kir ku berxwedanek bi heybet 83 roj in li Sûrê didome.
Di daxuyaniya Însiyatîfê de wiha hat gotin: “Çeteyên AKP’a faşîst a li hember vê berxwedana bi heybet her cure rê û rêbazî bikar tîne, niha li Sûrê din av pratîkên qetlîamek mezin in. Ji zarokên 2 salî hat kal û pîrêkên me yên 70 salî tên qetilkirin. Li Cizîrê bi qetlîam, hîle, çekên kîmyewî ve bi sedan mirovên me qetil kirin. Li hember qetlîamên AKP’ê pêşneketina berxwedanên bi heybet cesaretê dide çeteyên AKP’ê û îro li Sûrê dîsa li pey qetlîamek mezin e.”
Di dewama daxuyaniyê de ev hatin parvekirin:
“Divê ti kes ji bîr neke ku deqeyek rawestandin jî wê bibe sedema windakirina bi dehan canî. Di serî de kelha berxwedanê Amed, Wan, Riha, botan, Serhat û ciwanên me yên berxwedêr egîd ên li Tirkiyeyê, divê tevahî gelê me vê êvarê li her derê rabe ser piyan. Êdî rewatiya ti saziyên dewleta AKP’ê ya faşîst ji bo gelê me nemaye. Her çi yên aîdî dewleta AKP’ê hebe divê ji holê bê rakirin. Her kesên xwedî wijdan divê ji bîr nekin ku her em li hember qetlîaman ranebin ser piyan wê dewleta AKP’ê qetlîamên xwe bidomîne. Û dîsa, divê neyê jibîrkirin ku dema em li Sûrê wek ruhê berxwedanê yê li Cizîrê pêş bixin, em her derê bikin qada berxwedanê, em ê dewleta AKP’a mêtinger ji Kurdistanê bavêjin. Pêvajoya em tê re derbas dibin bi berxwedanê em ê karibin xwe bigihînin serketinek teqez. Di serî de ciwan em bang li tevahî gelê xwe dikin ku bi ruhê berxwedanê ji vê êvarê û şûn de derkevin qadan û dest bi berxwedanê bikin.”