Înîsiyatîfa Gel: Tevlîbûna mîtînga Azadiyê peywireke dîrokiye

Înîsiyatîfa Gel: Tevlîbûna mîtînga Azadiyê peywireke dîrokiye

însiyatîfa Gel ya Kurdistanê ji bo mîtînga 14’ê Tîrmehê ya Amedê a ‘Ji bo azadiya Rêber berxwedana demokratîk’ bang kir û wiha got: “Tevlîbûna mîtînga azadiyê berpisyarî û peywireke dîrokîye.” Înstiyatîfê diyar kir ku, ji bilî azadiya Rêber Apo tu tiştekî nabihîzin û got; sebra me nema. Em êdî dixwazin rêberê xwe di nava xwe de bibînin.”

Însiyatîfê di berdewamiya daxuya xwe de balkişand ser pêvajoya siyasî û wiha got: “Em pêvajoyek dîrokî de derabas dibin. Em wekî gele divê li hemberî vê pêvajoyê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Li hemberî êrîşên topyekun, berxwedenake topyekun bo me gelek girînge. Di vê pêvajoyê de bi tevlibûna mîlyonan dê têkoşîna berxwedanê bê bidestxistin. Her wiha demeke ku herî zêde em bi rêber Apo re azad bibin ne. Rêber Apo di 35 salan de bê navber têkoşiyaye û berxwedaye. Ji bo gelê Kurd û mirovahiyê qezenceke mezin daye bidestxistin.”

ÎMHA Û ÎNKARÊ FERZ DIKIN

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em guherîna rojhilata navîn û bihara ereban dibînin. Têkoşîa azadiyê ya çar parçeyê Kurdisanê jî ketiye pêvajoyeke girînge. Li her çar parçeyê Kurdistanê têkiliya efendî û kole nayê qebûlkirin. Tu dewlet nekare li gelê kurd koletiyê ferz bike. Gelê me ji hêzên serdet hesab dipirse û didarîzîne. Faşîzma AKP û Gulen sûcê herî mezin li hemberî kurdan dikin. Îmha û înkarê li kurdan ferz dike. lê hemû lîstikên wan hatine deşîfrekirin. “

BI TECRÎDÊ ÊRÎŞA TOPYEKUN PÊK ANÎN

Di daxuyaniyê de balkişandin ser tecrîda li Ocalan û wiha hate gotin: “Rêber Apo hişmendiya azadî û statuya gelê Kurd e. Ji bo gelê kurd bê statu bimîne ev 14 sale li Îmraliyê sîstema îşkenceyê tê meşandin. Ev salekî jî îşkence girantir bûye. Tecrîd û îzolasyona li ser Ocalan ne mirovahiye û ne hiqûqiye. Pêvajoya bi tecrîda li ser Ocalan dest pêkiriye roj bi roj bi erîş û qikirinê zêde buye. Bi tecrîdê hewl tê dayîn gelê kurd bê nefes bê hiştin.

14’Ê TÎRMEHÊ DÎROKA QEZENCKIRINA BAWERÎ, HIŞMENDÎ Û VÎNA AZADIYÊ YE

Bang li mîtina 14’ê tîrmehê hate kirin û wiha gotin: “14’ê Tîrmehê wekî mîsyoneke dîrokî lipêş meye. 14’ê tîrmehê meşa azadî û berxwedanê ye. Sembola û mîlata berxwedanê ye. Ruhê azadiyê ye. Îlankirina Kurdistana xweser a azadiya demokratîke. Îradebûne. Dîroka şikandina îradeya faşîzma TC yê ye. Di rojek wisa de qirkirina azadiya Rêber Apo, li dora wî bibin xelek deynê me yê mirovahiyê ye. Emrê 14’ê tîrmehê eve. Tenê çareseriyek û peywireke me heye. Ew jî azadiya rêber Apoye.”

BÊ NAVBER BERXWEDAN

Bangli gelê kurd hate kirin û wiha hate gotin: “ Ji bilî azadiya Rêber Apo, guhê me ji bo her tiştî girtiye. Hemû nêrîn û fikra me azadiya Rêber Apo ye. Di rojê dawî de hînek nîqaşên vala li ser çareseriyê hene. Banga me ya ji bo Faşîzmaa Gulen û AKP’ê eve; Aştiya ku azadiya Rêber Apo tê de nebe, cîhanê jî bidin me em qebûl nakin. Em red dikin. Her deqeyeke bê azadiya Rêber Apo bom e herema. Yekane hêviya me, baweriyame, çavkaniya jiyana me Rêber Apo ye. Heta ku pergala Îmraliyê parçe nebe, Rêber Apo azad nebe berxwedana me dê bê navber bimeşe.

ÊDÎ BES E AN AZADÎ AN AZADÎ

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Baweriya me tame kue m dê bi vê meşa xwe ya azadiyê de di mîtînga 14’ê tîrmehê ya bo azadiya Rêber Apo bi ser bikevin. Bi vê wesîleyê divê ciwanên kurd, jinên azad yên Kurdistanê, li pêş cihê xwe bigirin û berpirsyarî û mîsyona xwe bînin cih. Her wiha divê hemû kesên li gel azadî û aştiyê ne j ise 7’an heta 70’ê berpiryariya xwe bînin cih. Bila zincirên faşîzmê bişkînin. Sebra me nema. Em dixwazin Rêber Apo êdî ligel xwe bibînin. Em di şexsê Rêber Apo de tu yekane hêvî û baweriya me ye hemû gelê xwe yê şoreşger slav dikin. Edî Bese An Azadî An Azadi."