Înîsiyatîfa Gel: Dema rakirina qiyametê ye

Înîsiyatîfa Gel: Dema rakirina qiyametê ye

Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê di daxuyaniya bi boneya pêngava şerê çekdarî ya 15’ê Tebaxê ya ji aliyê PKK’ê ve hat destpêkirin daxuyaniyek da û got; “Hesabpirsîna ji polîtîkayên tecrîd û îzolasyona zêdetirê salek e li ser Rêber Apo tê meşandin, deynê li ser pişta me ye.” Înîsiyatîfê ragihand ku êdî dema serhildanan e û banga serhildanê li gelê Kurdistanê kir.

Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê bi boneya 15’ê Tebaxê cejna berxwedan û vejîna gelê Kurd peyameke nivîskî weşand û banga serhildanê kir.

Însîyatîfê di daxuyaniyê de bal kişand ser bûyer û pêşketinên siyasî û bal kişand ku li Kurdistanê berxwedana herî bi heybet a dîrokê heye. Di daxuyaniyê de hat gotin;"Ev berxwedan dê çarenûsa me diyar bike”. Înîsiyatîfê bal kişand ser girîngiya 28’emîn salvegeran pêngava 15’ê Tebaxê û got; “Kilîda serkeftina li Kurdistanê bi vejîna 15’ê Tebaxê vebû û dîsa di meha tebaxê de bi ruhê serkeftinê, li erdnîgariya Kurdistanê belav dibe û bilind dibe. PKK’ya ku bi berxwedana mezin a 15’ê Tebaxê bû çavkaniya azadî, bextewariya me, nav û dengê gelê Kurd û Kurdistanê li hemû cihanê belav kir. “

Di daxuyaniyê de hate gotin ku faşîzma Fetullah Erdogan dê pêşî li berxwendana gelê Kurd negire û wiha berdewam kir; “Ppolîtîkayên mêtîngeriya tirk yên Rojhilata Navîn û Kurdistanê dê mehkumê çareseriyê bibin.”

HESABPIRSÎNA JI TECRÎDÊ DEYNÊ LI SER PIŞTA ME YE

Di berdewamiya daxuyaniyê de balkişandin ser tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha hate gotin: “Ev saleke tecrîd li ser Rêber Apo dimeşe. Hesapirsîna ji vê tecrîd û îzolasyonê deynê li ser pişta me ye. Ev dem dema gihiştina azadiyê û serhildanê ye. Divê hemû gelê kurd tevlî serhildanan bibin. Hemû gelê kurd divê bizane ku daxwazên wan bi serhildanê dê bê qezenckirin. Li dijî tecrîdê heta azadiya Rêber Apo serhildan. Serhildan ji bom e têkoşîna namûs û rumetê ye. Exlaqê azadiyê yê gelê kurd û wijdanan divê vê tecrîdê teqez qebûl neke. Tu kes li hemberî tecrîda li ser Rêberê me divê ji gelê kurd tiştekî din nexwaze.”

DEM DEMA RAKIRINA QIYAMETÊ YE

Însiyatîfê destnîşan kir kul i dijî tecrîdê dem dema rakirina qiyametê ye û wiha pê de çûn: “Divê li her derê şoreş be, li her derê qîrîna azadiyê bê bilindkirin û ber bi şoreşê ve bimeşin. Divê bi tecrîd, qirkirin, îmha û înkarê re bikevin nav hesabpirsînê. Divê faşîzma Erdogan-Fetullah ji axa Kurdistanê derbixin û ev em dîrok li me ferz dike.”

TÊKOŞÎN BI ŞERÊ GEL RE KETIYE PÊVAJOYA SERKEFTINÊ

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: “Têkoşîna me bi şerê şoreşger yê gel re ketiye pêvajoya serkeftinê. Li Rojavayê Kurdistanê gel bi keda mezin a Rêbertiyê rêveberiyên xwe pêk anîn. Li Şemzînanên hêzên gerîla opersayona şoereger pêk anîn û serdestiya hêzên artêşa mêtînger ji Kurdisanê derxistiye. Çawa ku li Erûhê bi guleya yekemîn ya li mêtîngeriyê hate reşandin gel ji nû ve welîdî îro jî li Şemzînanê bi van operasyonan Kurdistan azad dibe.”

“LIHEVRASTHATINA DÎROKÎ’’

Di berdewama daxwiyaniyê de hate gotin ku; “Bi Dihê re vejîn û bi Şemzînanê re lihevrasthatina Rêbertiya Azad Kurdistina Azad pêk tê,’’ û hat diyarkirin ku bi pengava Şemzînanê êdî Şoreşa Kurdistanê li her deverê ye. Di daxwiyaniyê de hate daxwazkirin ku, “hêzên faşîst ên dagirker’’ ji cografyaya Kurdistanê werin qewirandin û wiha hate gotin: “Gerîlayên egîd ên Kurdistanê çawa ku hêzên faşîst ên dagirker ji Kurdistanê diqewirîne, wekî gelê Kurdistanê, divê em jî li cihê ku em lê dijîn di her qad, navçe, bajar û gund û taxê de, di her kuçeyê de hemû leşker, polês û karmendên hêza dagirker ji Kurdistanê biqewirînin.Ti hêzên dagirkeriyê divê nikaribin di ti kuçe û kolanên Kurdistanê de bimeşin û mafê wan ê jiyanê nîn be. Wekî gel divê li her derê em rêveberiya xwe ya demokratîk saz bikin û di hemû qadên jiyanê de,ji bilî nêzîkatiya xwe bi xwe rêveberinê divê hemû nêzîkatiyên din wekî nexweşiyên ji dagirkeriyê were dîtin. Divê mirov neçe dibistanê pergala dagirker, ti ciwanên kurd di artêşa faşîst de a ku bûye şebekeya kuştinê û bi ser gelê Kurdistanê de êş, xwîn, êşkencê tîne, leşkeriyê neke û ji vir pê de bi awayekî çalak leşkerî divê were red kirin. Rista dîrokî ku bi Şemzînanê re pêk hat, peywireke bi rûmet ku divê hemû gelê Kurdistanê bo şoreşê rabe ferz kiriye. Bi giyanê ku li Şemzînanê hatî afirandin bang li gelê Kurdistanê hatiye kirin ku bi vê giyana şoreşê, coşdariya wê, peroşiya wê tev li serhildanê bibe û hilperînê pêk bîne. Awayê berxwedana bênavber ku li Şemzînanê hatî afirandin, derxistiya holê ku li tevahiya Kurdistanê divê awayê berxwedana bênavber pêk bîne.’’

‘LI WELATÊ XWE EM BI SEROKATIYA AZAD RE DIXWAZIN LI KURDISTANA AZAD BIJÎN

Di dawiya daxwiyaniya ku tê gotin; “Em vê pergala koledar a li xaka Kurdistanê qebûl nakin’’ hate diyarkirin ku: Li welatê xwe em dixwazin ku bi Serokatiya Azad re Kurdistanê bijîn. Em careke din diyar dikin ku ji bo bi Serokatiya Azad re, di welatê azad de, bi azadî bijîn em ê ji ti berdêldayinê nerevin. Em gelê Kurdistanê sond dixwin ku ji bo ku em nirxên xwe, azadiya xwe biafirînin em ê mafê xwe yê rewa yê berxwedanê bi kar bînin û dagirkeran ji xaka Kurdistanê biqewirînin. Li xaka Kurdistanê ne koledarî lê azadî, ne desthilatdariya modernîteya kapîtalîst lê vîna azad a gelê Kurdistana Azad wê bi ser bikeve. Bi vê mebestê em bejna xwe bi giramgirî û minetdar li ber rêhevalê mezin Egîd ditewînin ku ku Cejna Vejîna 15ê Tebaxê diyarî hemû Mirovahiyê û gelê Kurdistanê kir û bi pêgirîbûna bîranîna rêheval Egîd, bi şîara Serokatiya Azad, Kurdistana Azad ji 7î heta bi 70yî em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin ku di 15ê Tebaxê de li hemû cihên ku lê dijîn,bi serhildanan berxwedanê berz bikin, her gund, kuçe û bajarî ji faşîzmê re bikin şevreşk”.