ÎHD'ya Amedê perwerdeya mafên mirovan da

ÎHD'ya Amedê perwerdeya mafên mirovan da

ÎHD'a Amedê perwerdehiya mafên mirovan dide endam û rêveberên şaxên ÎHD'ê yên herêmê. Perwerdehî dê 2 rojan bidome.

ÎHD'a Amedê perwerdehiya mafên mirovan a bi mijara "Xematên Mafên Mirovan û Rêgezên Rêgehê Parastina heq û hiqûqê" dide endam û rêveberên şaxên ÎHD'ê yên herêmê. ÎHD dê 2 rojan perwerdehiye bide endam û rêveberên 16 şaxên herêmê. Xebata perwerdehiyê dê ji aliyê Olof Palme Center a Swêd, ÎHD û Komîteya Mafên Mirovan a Swês ve hevpar bê meşandin. Li bendê ye ku 40 parazvanên mafên mirovan tev li vê perwerdehiyê bibe. Perwerdehî dê sibê saet di 13.30'an de Li salona Konferansê ya ÎHD'ê ya Amedê dest pê bike. Dê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û nûnerên ÎHD'ê yên herêmê jî amade bibin.

Hemû şax dê raporên xwe yên 6 mehan vebêjin. Dîsa dê di 8'ê tîrmehê bi tevlêbûna hemû şaxên heremê li ÎHD'a Ameê rapora 6 mehan a herêmê bê parvekirin.