ÎHD ji bo wendayan ji parlementeran re name dişîne

ÎHD ji bo wendayan ji parlementeran re name dişîne

Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi minasebeta roja dawî ya hefteya windayan li gelek bajaran name ji parlementeran re şandin û xwestin hemû parlementer "Peymana Navneteweyî ya "Hemû kesan ji bo bi zorê neyên windakirin bên parastin" a Neteweyên Yekbûyî îmze bikin.

MÊRSÎN/EDENE

Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê, bi minasebeta dawiya hefteya windayan li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Hevserokê BDP'ê yê Mêrsînê Musa Kulu rêveberên ÎHD'ê û gelek kesên din amade bûn. Li ser navê komê Rêveberê ÎHD'a Mêrsînê Prz. Emrullah Şan, axivî û anî ziman ku xizmên windayan ji bo winda bên dîtin li kolanan e û xwestin winda bên dîtin. Şan, da zanîn ku xizmên windayan û parazvanen mafên mirovan ji bo winda bên dîtin û li ser gora wan dûayan bikin her tim di nava lêgerînê dene û li kolanan in xwest êdî mirov bes bên dîtin û hesap bê pirsîn.

Li Edeneyê jî Şaxa ÎHD'ê bi heman armancê li ber Postexaneya Mezin a Edeneyê daxuyanî da û name şandin. Rêveberên ÎHD'ê HDK'ê û gelek kesên din amade bûn.

ÎZMÎR

Li Îzmirê jî endam û rêveberên ÎHD'ê ya Îzmirê bi heman armancê li ber Sumerbankê li hev kom bûn daxuyanî dan çapemeniyê. Kom piştî daxuyaniyê heta Postexaneyê meşiyan û ji parlementerên herêma Egeyê re name şandin û xwest peymana NY'yê ya navneteweyî îmze bikin. Komê pankarta "Winda diyar in, ka kujer li ku ne" vekir û dirûşmeyên "Dê rûmeta mirovan îşkenceyê têk bibe" û "Bêdeng nemîne dê dor bê te jî" berz kirin. Li ser navê komê Meryem Çag, daxuyanî xwend û anî ziman ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin her tim li kolanan e û dê ji niha û şûn de jî li kolanan bi şopa windayan bikevin. Çag, xwest dewlet bi rastiya xwe re bê rûqali hev û wiha got: "Divê Tirkiye Peymana Navneteweyî ya Hemû kesan ji bo bi zorê neyên windakirin bên parastin îmze bike."

ENQERE

Navenda Giştî ya ÎHD'ê jî bi minasebeta dawiya hefteya windayan li ber Postexaneya Kizilayê daxuyanî da û name ji Neteweyên Yekbûyî û meclîsê re şand. Endamên komeleyê pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekir û bê navber dirûşmeya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" berz kir. Sekreterê Giştî yê ÎHD Emrah Şeyhanlioglu, anî ziman ku bi salan e ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin têkoşînê didin û xwest daxwazên wan li ber çavan bên girtin. Şeyhanlioglu, ani ziman ku heta encamê bi dest bixin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Komê piştî daxuyaniyê name ji parlementeran û NY'ê re şandin û xwestin peyman bê îmzekirin.

RIHA/SÊRT

Şaxên ÎHD'ê yên Riha û Sêrtê jî bi heman armancê li ber Postexaneyên Bajar name ji parlementeran re şandin. Li Rihayê Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Rihayê Cemal Babaoglu, xwest ji bo tu welatî ji aliye dewleta xwe ve neyên windakirin. ÎHD'a rihayê pişt re ji 12 parlementerên Rihayê re name şand û xwest peymanê îmze bikin. Heyetê nameya Îbrahîm Ayhan jî şandin Girtigeha Rihayê. Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê jî li ber Postexaneyê daxuyanî da û name şandin. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, endam û rêveberên BDP'ê û rêveberên ÎHD'ê Amade bûn. Li ser navê komê Seroka ÎHD'ê ya Sêrtê Vetha Aydin, daxuyanî da û xwest dewlet hesap bide.

KERR Û KOR BÛNE

Kişanak, jî li vir axivî û diyar kir ku êdî kesên Tirkiye bi rêve dibe ker û kor bûne û wiha got: "Daxuyaniya Serokwezîr Erdogan a li meclîsê dixwaze bi êşekê ser êşa din bigire. Ger ku êş bên parvekirin dê çareser bibin. Hikûmeta AKP'ê di 10 salan de ji bo winda bên dîtin tu tişt nekiriye."

AMED/WAN/COLEMÊRG

Şaxa ÎHD'ê ya Amed, Wan û Colemergê jî bi heman armancê daxuyanî dan û heman parkard û dirûşme berz kirin. Li Amedê komê li ber Postexaneya Sûrê daxuyanî da û ji parlemenetrên Amedê re name şandin. Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî, axivî û xwest êdî her kes bi hestiyari tev bigerin. Endama Komîsyona Windayan Prz. Gamze Yalçin jî daxuyanî xwend û anî ziman ku heta encamê bi dest bixin dê tekoşîna xwe berdewam bikin. ÎHD'ê pişt re ji 11 parlementeran re name şand.

Şaxa ÎHD'a Wanê jî li parka Feqiyê Teyran daxuyanî da û heta Postexaneya Wanê meşiyan û ji parlementerên Wan, Agirî, Qers, Îdir û Erdexanêre name şandin. Li Colemêrge jî li ser navê Komê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Îsmail Akbulut, daxuyanî da û pişt re ji parlementeran re name şandin.

STENBOL

Li Stenbolê jî endam û rêveberên ÎHD'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî li ber Postexaneya Galatasarayê kom bûn û daxuyanî dan çapemeinye. Li vir jî heman pankart û dowîz hatin vekirin û dirûşme hatin berzkirin. Endamê ÎHD'ê ya Stenbolê Alî Gok, xwest dewlet aqûbeta windayan bipirse. ÎHD'ê pişt re ji 76 parlementerên Stenbolêre name şandin.