ÎHD'ê ji bo 25 birîndarên Cizîrê serî li DMME'yê da
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, ji bo 25 birîndarên li Cizîrê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, ji bo 25 birîndarên li Cizîrê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.
Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, ji bo 25 birîndarên ku li jêrzemînên avahiyên Cizîrê di êrîşên hêzên dewletê de birîndar bûn, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî serlêdanê tu biryar neda, Serokê ÎHD'ê Turkdogan, ji bo ewlehiya 25 birîndaran bi riya faksê serî li DMME'yê da. Turkdogan, anî ziman ku ew li bendê ne DMME der barê serlêdanê de sibê bersîvekê bide wan.
Navê kesên birîndar wina ne: "Derya Koç, Îbrahim Îvrendi, Lokman Bilgîç, Murat Keskîn, Sinan Kaya, Firat Marda, Orhan Tunç, Meryem Akyol, Mursel Dalmış, Star Ozturk, Murat Tunç, Abdulselam Turgut, Fatma Demir, Emek Aydin, Mesut Ozer, Abdullah Ozgur, Agit Aydin, Bariş Agadir, Sahip Edip û Ferhat ê paşnavê wî nehat zanîn û 5 kesên navê wan nehat zanîn."