ÎHD: Di 6 mehan de 15 hezar û 109 binpêkirinên mafan pêk hatin

ÎHD: Di 6 mehan de 15 hezar û 109 binpêkirinên mafan pêk hatin

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê li gel nûnerên ÎHD'ê yên herêmê rapora herêmê ya 6 mehan bi civina çapemeniyê aşkere kir. ÎHD'ê diyar kir ku, di 6 mehên destpêkê yên 2012'an de 15 hezar û 109 binpêkirina mafan pêk hatine. Serokê Şaxa ÎHD'ê Racî Bîlîcî anî ziman ku, heta li herêmê pevçûn û operasyon hebe dê kuştin û binpêkirina mafan jî bidome û wiha got: "Tecrîda ku li ser Birêz Ocalan tê meşandin sûda wê li tu kesî nabe. Dijberî vê yekê tecrîd dê şer û pevçunê sortir bike."

Şaxa ÎHD'ê, li gel nûnerên ÎHD'ê yên herêmê bi civîna çapemeniyê rapora binpêkirina mafan ya 6 mehên 2012'an aşkere kir. ÎHD'ê di raporê de aşkere kir ku, di nava 6 mehên destpêkê de li herêmê 15 hezar û 109 binpêkirina mafan pêk hatin. Di civînê de Endamên Lijneya Navendî ya ÎHD'ê, nûnerên ÎHD'ê yên Wan, Amed, Colemêrg, Êlih, Riha, Mêrdîn, Sêrt, Semsûr, Dîlok, Meletî, Bedlîs, Xerpêt, Çewlîk, Mûş amade bûn.

VEDAT AYDIN HATE BIBÎRANÎN

ÎHD'ê beriya ku raporê aşkere bike biboneya salvegera siyasetmedar û parazvanê mafê mirovan Vedat Aydin ku di sala 1991'an de hate revandin û hate qetilkirin bernameya bibîranînê pêk anîn. Nûnerê Herêmê yê ÎHD'ê Şevket Akdemir, çîrok jiyan û têkoşina Aydin vegot. Piştre Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, anî ziman ku Aydin ji bo Tirkiyeyê rewşenbirekî zana û pêşketî bû û kuştina Aydin ji bo Tirkiyeyê windaniyek gelek mezine. Bîlîcî, da zanîn ku Vedat Aydin ji bo parastina mafên mirovan têkoşerekî wêrek û bi ceraset bû û hişmendiya ku Aydin qetil kirin hêj li ser karin û wiha got: "em 21 salin li welatê ku feraseta kujer serdest de dijîn. Em dixwazin êdî ev feraset bi dawî bibe û hesap bê pirsîn. Bûyerên tarî ronî bibin."

Bîlîcî da zanîn ku, di 6 mehên dawî de dîsa kuştin, binçavkirin, birîndarkirin û binpêkirin zêde bûn û wiha got: "Ji zivistanî heta niha operasyon kêm nebûn. Li çiya kuştin bi dawî nebû. Bi hatina biharê re şer û pevçûn zêde bûn. Li gel kuştinên di operasyonan de welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest dan. Lê mixabin ji bo xwîn raweste û aştiyek mayinde pêk bê tu proje û planên hikûmetê tune ye." Bîlîcî da zanîn ku, tecrîde li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome nabe çareserî û wiha got: "Tecrîd li dijî sûda siyasetê ye. Di heman demê de binpêkirina mafane. Tecrîda ku li ser Birêz Ocalan tê maşandin sûdê nade tu kesî. Dijberî vê yekê şer û pevçûnê zêdetir dike û rê li pêşiya aştiyê digire. Li gel operasyonan li girtîgehan jî şert û merc nehatin guhertin û her roj girtî jiyana xwe ji dest didin. Li gel hemû serlêdanên me di girtîgehan de şert û merc nehatin guhertin. Li girtîgeha Rihayê 13 girtî hatin qetilkirin. Lê xuya dike ku pirsgirêk ne tenê girtîgeha Rihayê ye."

Bîlicî bal kişand ser sirgûnên dawî û bilêv kir ku, di demên dawî de gelek girtî sirgûnî girtîgehen din tên kirin. Operasyonên siyasî yên di bin navê KCK'ê de 3 salin bê navber didomin. Herî dawî li dijî KESK'ê pêk hat û 28 KESK'î hatin girtin.

Piştî axaftina Bîlîcî, Nûnerê Herêmê yê ÎHD'ê Şevket Akdemir, rapora 6 mehên destpêkê yên sala 2012 aşkere kir.

* Hêzên leşker û polîsan yên di pevçûnê de hatin kuştin -56, birîndar 119 kes.

* Gêrîlayên PKK'ê yên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan,-122, birîndar 4 kes.

* Kuştinên kujer nediyar û înfazê bê daraz -16, birîndar 75 kes.

* Kuştinên bi gûman - 13 kes.

* Kuştinên ji sersarî û qezayan -16, birîndar 2 kes.

* Întîharê leşker û polîsan: - 2, kesek teşebusa întîharê.

* Jinên întîhar kirin: 14, jinên ketin teşebusa întiharê 4 kes.

* Zilamên întîhar kirin: - 19, teşehusa întîharê 8.

* Zarokên întîhar kirin: 10, yên ketin teşebusa întnîharê 3.

* Kesên hatin binçavkirin: - 2 hezera û 675

* Kesên hatin girtin: - Hezar û 6

* Kesên rastî îşkence û muameleyên nebaş hatin: - 398

* Kesên rastî lêpirsîn û cezayan hatin: Hezar û 386

* Partî, komele û sendîkayên rastî êrîşan hatin: - 84

* Komele, partî û saziyên çandê yên hatin girtin: - 9

* Weşanên hatin komkirin: - 632

* Qedexeya parastina zimanê zikmakî: - 292

* Pêkanînên li girtîgehan: Hezar û 350

* Mudaxaleyên çalakî û bûyeran: 73, 122 kes birîndar bûn.

* Koçber û penaberên hatin binçavkirin: - 2 hezar û 176

* Koçber û penaberên jiyana xwe ji dest dan: - 6

* Qedexeyên zozan, mêrg û çalan: - 40

* Binpêkirinên mafan ên piştî operasyonên leşkerî: - 25

* Îdîayên gorên komî: - 9 gorên komî. 39 kes.

* Pêkanînên li dijî cenazeyên mîlîtanan: - 9

* Binpêkirinên din 4 hezar û 292

Bi tevahî binpêkirinên mafan: 15 hezar û 109